KJA yê banga şêwirmendiya ser sînor li jinan kir

12:36

JINHA

AMED - Endama KJA yê Aynur Aşan êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê ser Kobanê nirxand û li hember êrîşên çeteyan banga şêwirmendiya ser jînor di serî de li jinan û her kesê kir.

Li gorî êrîşên despêkê yên çeteyên DAÎŞ'ê ser Kobanê û gulebarankirina welatiyan; 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek birîndar hene. Li gorî agahiyan hijmara kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndaran dibe zêde bibe. Hêzên YPG/YPJ'ê piştî êrîşa bombayî ya çeteyan ew girtin çemberê. Girêdayî êrîşan Endama KJA yê Aynur Aşan bang li hemû welatiyan kir ku li Kobanê xwedî derkevin û ji bo valaderxistina êrîşan biherikin sînor.

'Texê wan yê hatî hilweşandin cardin dixwazin ji nû ve avabikin'

Aynur destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn lîstokên qirêj tên lîstin û wiha got: "Berxwedana Rojava ya ku ji bo gelê kurd û ji bo hemû gelên cîhanê xwedî girtingiyek mezin heye. Li Rojava jiyanek demokratîk û azad tê avakirin. Avakirina Rojava ji bo hemû gelên tên perçiqandin giringe. Berxwedana Rojava li hemû cîhanê mînake. Vê berxwedanê ser civakê bandorek mezin hêlaye. Yên li wê di berxwedanê de textê paşayan hilweşandin. Yên di Rojhilata Navîn de şer dixwazin hene. Dixwazin di aliyê mezhebî, dînî û nijadî de gelan li hemberî hev rakin. Dixwazin textê wan yên hatîn hilweşandin cardin avabikin, ji bo wê çî ji destê wan tê dê qirkirinan bikin. Dixwazin van qirkirinan bi destê dijminê mirovahiyê DAÎŞ'ê bikin. Êrîşî gelên sivîl kirin encama wê ye."

'Bi alîkariya AKP'ê êrîş dikin'

Aynur bilêv kir ku divê êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê tenê weke êrîşên terorîzmê neyên zanîn û wiha domand: "DAÎŞ dijminê mirovahiyêye, xwediyê kirinên ewqas qirêjin ku navê komên terorîst ji bo wan kêm dimîne. Herî zêde Tirkiye û Hikumeta AKP'ê alîkariya wan dike. Çeteyên DAÎŞ'ê hemû hêza xwe ji wan digire. Êrîşa wan ya ser Kobanê em dizanin ku ji ber YPG û YPJ'ê Girê Spî ji destê wan derxistiye. Ev jî dide nîşandan ku alîkariya AKP'ê çiqas ji bo wan diçe. Heya niha gelek êrîş û hewilên darberyên siyasî ser gelê kurd çêbûne. Bi tayîbetî jî êrîşên berî hilbijartina 7'ê Hezîranê ser gelê kurd dihatin kirin. Di wan êrîşan de bi serneketin û xeyalên wan şikestin. Niha jî bi êrîşên ser Kobanê dixwazin me bixin."

Banga herikîna sînor

Aynur anî ziman ku her devera Tirkiyê ji bo kurdan bi metirsiye, tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî parçeyek ji van êrîşane û wiha berdewam kir: "Weke KJA ji bo me ya giring nasnama qirêj ya DAÎŞ'ê ye. Ji despêkê heya niha DAÎŞ dijminê jin û zarokane. Dê jin û zarok jiyanek azad avabikin. Ji ber wê jî ez êrîşî jin û zarokan dikin. Armanca wan lêdana xala me ya hesa jin û zarokane. Bila çeteyên DAÎŞ'ê û alîkarên wan baş bizanin dê ev êrîşên wan bên valaderxistin."

Aynur di dawiyê de li hember êrîşên ser Kobanê û valaderxistina wan bi heman giyana yekgirtinê sînor bigirin.

(zt)