Bangewaziya 'Li Kobanê bibin mertalê zindî'

13:18

JINHA

AMED - Li hemberî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li Kobanê bangewaziya li ser sînor bibin mertalê zindî hat kirin. Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek diyar kir ku Kobanê xeta sor a gelê Kurd e. Şîmşek anî ziman ku bi şermezarkirinê pêşiya van êrîşan nayê girtin û got ji bo pêşiya êrîşan bigirin ew ê biçin ser sînor.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo pêşiya êrîşên çeteyan were girtin bangewaziya "Bibin mertalên zindî" li her kesî kir. Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek banga çûna ser sînorê Kobanê-Pirsûsê li her kesî kir. Alî da zanîn ku ji bo çûna ser sînor ew ê li ber avahiyên DBP'ê wesayîtan bişînin. Alî bilêv kir ku çeteyên têkçûna li Girê Spî tehemûl nekirin û ji ser Tirkiyeyê re êrîşî Kobanê kirin û ev tişt anî ziman: "Em baş zanin ku pişti çeteyên DAIŞ'ê ji Girê Spî û gelek deveran hatin derxistin hin derdor ji vê yekê aciz bûn. Em dibînin ku ev acizbûn wekî êrîşê derket pêşiya me."

Alî derbirî ku Kobanê xeta sor a gelê Kurd e û got ku divê tu kes li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne. Alî anî ziman ku ji vê seatê şûnde ew ê ber bi sînor ve derkevin rê û wiha pê de çû: "Em bang li gelê Amedê dikin ku çawa berê gelê Kobanê bi tenê nehiştin, vê carê jî biçin ser sînor û wan tenê nehêlin. Li hemberî van êrîşan şermezarkirin têr nake. Ji bo pêşiya van êrîşan bê girtin divê gel bên ser sînor."

(rc/ch)