Ji ber Tirkiye destura derbasbûnê neda jinekê jiyana xwe ji dest da

13:37

JINHA

GIRÊ SPÎ - Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundê Hêse yê ser bajarê Reqayê kirin û jineke li vir bi giranî birîndar bû. Jina birîndar, ji ber demeke dirêj li ber Deriyê Sînor ê Kaniya Xezalan hat sekinandin û destûra derbasbûnê nehat dayîn, jiyana xwe ji dest da.

Piştî êrîşa danê sibehê ya li hemberî Kobanê, çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundê Hêse yê Reqayê jî kirin ku şêniyên wê Kurd in. Ji ber êrîşê 3 jê zarok 7 kes bi fîşekan birîndar bûn û xizmên wan ew anîn Girê Spî. Piştî mudaxleya destpêkê ya li Girê Spî, ji bo birîndar derbasî Tirkiyeyê werin kirin anîn ber Deriyê Sînor a Kaniya Xezalan lê rayedarên Tirk destûra derbasbûnê nedan birîndaran. Ji ber vê yekê birîndara jin a bi navê Meryem Ahmed Bozo ya 35 salî jiyana xwe ji dest da. Li ser nerazîbûnan, birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan.

Hat ragihandin ku beriya niha çeteyên DAIŞ'ê gefa terikandina gund li gundiyan xwaribûn û beriya bikevin gund bi çeka tîpa Kanas gule li gundiyan reşandine. Gundiyan diyar kirin ku DAIŞ'ê gefa komkujiyê li wan kiriye.

(zt/ch)