Gerilaya YJA-Starê Maxsume li Qendîlê hate defin kirin
13:59
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Gerîlaya YJA Starê Maxsume Muhemmedzade (Sarya Onûr) ya ji Rojhilatê Kurdistanê ye ku ji aliyê artêşa Tirk ve hat înfazkirin, li Qendîlê bi merasîmekê hate defin kirin.
Cenazeyê gerîllaya YJA-Starê Maxsume Muhemmedzade (Sarya Onûr) a di 14'ê Pûşberê de di kemîna artêşa Tirk a li Sêrtê de bi birîndarî hat girtin û piştre hat qetilkirin, li Qendîlê hat veşartin. Di merasîma cenaze ya li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr de Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zaxo Zagros, endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan, bi dehan gerîla û gelê li herêmê amade bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şoreşa cîhanê, Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zaxo Zagros peyivî. Zaxo bal kişand ser destketiyên gelê Kurd ên li Rojava û Bakurê Kurdistanê û destnîşan kir ku hêzên provokatîf ên bi pêşengiya dewleta Tirk û AKP'ê, ji bo ji hole rakirina van destketiyên gelê Kurd her tiştî dikin.
Zaxo da xuyakirin ku komploya li hemberî koma gerîlaya YJA-Starê Maxsume di nav de bû hat kirin, konsepteke şer e û got, "Tevî ku agirbest heye jî, ev demeke dirêj e li hemberî gerîlayên YJA Star û HPG'ê êrîş tên kirin. Me berê jî gotibû; ti wateya vê agirbesta yekalî nîne. Dewlet û leşkerên Tirk li her deverê êrîşî gel û gerîlayên me dikin. Di heman demê de dibêje 'Bila PKK dest ji çekan berde'. Em jî dibêjin, heta ku Rêber Apo azad nebe û li çar parçeyên Kurdistanê gelê me azad nebe, ji aliyê çekdanînê ve em ê gavekê jî neavêjin. Hevala me Sarya a ji Rojhilatê Kurdistanê bû bi xwîna xwe nîşanî tevahiya cîhanê daye ku Kurdistan yekperçe ye û ji hev venaqete. Ji ber vê yekê sekna hevala me şehîd Sarya, sekna ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ye. Em vê seknê careke din silav û pîroz dikin. Em di pêşberî gelê xwe de dibêjin ku ev meşa pîroz wê bi dawî nebe. Em li pêşberî şehîd Sarya, hevalên wê yên heman rêyê û gelê xwe sond dixwin ku çek û xwîna wan wê li erdê nemînin."
Piştî axaftina Zaxo Zagros merasîm bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.
(zt/ch)