Sebahat Tûncel: Ev doz ne dozek takekesiye
14:51
JINHA
STENBOL - Doza Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel ya ji nû ve lê tê darizandin ku li Edliyeya Çaglayan a Stenbolê hate dîtin taloqî 30'yê Pûşberê bû. Sebahat piştî danişînê axivî û diyar kir ku ev doz ne dozek takekesiye.
Piştî ku cezayê 8 sal û 9 mehan bi îdîaya "Endamê Rêxistinê" li Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel hat birîn û ceza ji alî Dadgeha Bilind ve jî hate erêkirin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hat dayîn û li ser vê yekê ji nû ve darizandin hate dest pê kirin.
Rûniştina dozê li 10. Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê pêk hat. Ji bo destek ji Tûncel re were dayîn Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu, parlamenterên Stenbolê Hûda Kaya, Sezaî Temellî, Beyza Ûstûn, Fîlîz Kerestecîoglû û Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Ayşe Erdem, ji namzetên parlamenterên HDP'ê ya Stenbolê Gûlsûm Agaoglu beşdar bûn.
Tûncel di danişînê de mafê axaftinê girt û bal kişand ku ev doz û biryarên ku tê girtin sîyasî ye û daxwaza beraata xwe kir. Di danişînê de parêzera Sebahat Tuncel Ercan Kanar jî axivî û destnîşan kir ku Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpa der barê şahidiya veşartî de Tirkiyê mehkûm kiriye û got: ''Di vê dosyayê de jî pêkhateya şahidên veşartî heye.''
Heyeta Dadgehê biryar da dosya teblîxî meqama îdîayê bê kirin û tevlîbûna Sebahat Tûncel ya rûniştinên dadgehê ne pewist e. Heyeta dadgehê ji bo rûniştinek din dîroka 30'ê Pûşberê nîşan da.
' DAIŞ çawa ji sinora Tirkiyê derbas dibe?'
Sebahat Tûncel piştî rûniştina dozê daxuyaniyek da çapemeniyê û bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya danê sibehê ji ser Tirkiyeyê li Kobanê pêk anî û got, "Em der barê mijarê de ji AKP, Davûtoglû û Serokkomar li benda daxuyaniyekê ne. Di 7'ê Pûşberê de gelan ji bo aştiyê deng bikar anîn. Gelan di 7'ê Pûşberê de ji polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser Rojhilata Navîn re gotin 'êdî bes e'. Ji desteka AKP'ê ya ji bo DAIŞ'ê re, ji zilma DAIŞ'ê re gotin bes e. Em rayedarên Tirkiyeyê hişyar dikin. Polîtîkaya xwe ya li hemberî Rojava ji ber çavan re derbas bikin. Şoreşa Rojava ne li hemberî gelên Tirkiyeyê ye, bi kêrî gelên Tirkiye ye, bi kêrî gelên cîhanê û nirxên mirovahiyê tê."
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê" bi dawî bû.
(ch)