Şaredariya Amedê jinan li pêş digre
15:12
JINHA
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku li ser aqarekî 15 hezar kîlometirî xizmetê bi 2 hezar û 234 xebatkaran dimeşîne û her roj diçe hejmara xebatkarên jin zêde dike. Li gorî par hejmara jinên di asta seroka daîreyê de dixebite ji sedî 100 zêde bûye û rêjeya xebatkarên jin jî gihîşt ji sedî 16'ê.
Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê her ku diçe hejmara xebatkarên jin zêdetir dibe. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, gava ku kesan digire kar, girîngiyê dide girtina jinan û jinên ku heta niha piranî di karên bûroyê yên şaredariyê de dixebitîn, êdî di bin sereketiya daîreyên Parastin û Kontrola Jîngehê, Karên Civakî, Zabite, Îtfaye, Bajarvanî û Avedanî, Karên Hûnerî, Park Baxçe û Şîngehan, Koordînasyona Çêkirin û Çaksaziya Rêwbaran de dixebitin. Hinek ji wan di otobûsên şaredariyê de şofêriyê dikin, hinek paqijî, hinek perwerdekarî, hinek di park baxçe û şîngehan de kar dikin û hinek jî di warê rê û binesaziyê de dixebitin. Di bin banê Şaredariyê de 604 karmend hene, ji van 139 jin in. Di nav beşan de jî bi 23 karmendî beşa Serokatiya Daîreya Karên Civakî li pêş e. Her weha 10 jin jî bi kadroya şanogeriyê dixebitin.
Ji 462 karkerên bi kadro 43 jê jin in û ji 223 karkerên demekî 9 jê jin in. Di şaredariyê de 936 xebatkarên kirîna xizmetê hene û ji van 171 jê jin in. Ji van jî 77 xebatkar di Beşa Xizmetên Civakî de kar dikin.
Bi 372 jinan xizmetê dike
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li aqarekî 15 hezar kîlometir bi 2 hezar û 234 xebatkarên xwe ku 372 jê jin in, di xizmeta vî bajarî radibe. Par rêjeya xebatkarên jin di ser asta şaredariyê ji sedî 14'an de bû, îsal di çarçoveya xizmetguzariya wekheviya zayendî ev rêje rabû ji sedî 16'an. Di erka sereketiya daîreyan de hejmara jinan ji sedî 100 zêde bûye û jinek jî alîkara sekreterê giştî ye.
'Hejmara rêveberên jin ji sedî 100 zêde bûye'
Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin Fethî Suvarî der barê vê mijarê de daxuyand ku Şaredariya Mezin ji bo jiyarê giringiyê dide jinan û got, ev encama nêrîna wan a siyasî û rêveberên şaredariyê ye. Fethî, da zanîn ku ew giringiyê didin wekheviyê û bo jinan bigirin kar ew cudahiya pozîtîf dikin û got, "Li şaredariya me 2 hezar û 234 xebatkar hene. Beşek kêm a vê jin in. Gava em li gorî salan binêrin her sala paştir hejmara jinan zêdetir dibe. Sala 2014'an ev rêje ji sedî 14 bû, îsal ev rêje bûye ji sedî 16."
Fethî, daxuyand ku pêkanînên wan ên digel jinê, dê berdewam bin û amaje (belirti) pê kir bi guherîn rêveberiya şaredariyê di asta rêveberiyê de jin ji sedî 100 zêde bûne û got, ev hejmar ne bes e, ji bo pêşketina vê em ê polîtîkayek taybet bimeşînin.
'Jin bi performansa xwe mecbûrê tercîhê dikin'
Fethî bal kişand ku di beşên cur be cur de di dabînkirina îstîhdamê de ew pêşiyê tercîha xwe ji bo jinê dikin û wiha domand: "Sedemên vê hene. Di warê dîsîplîna kar, xwedî derketina sazî û peywirê de jin bêhtir dixebitin. Ev rewş xwe bi xwe pêş nakeve. Em tu qenciyê li tu kesê nakin. Performansa jinan a di kar de me neçar dihêle ku em tercîheke wiha bikin."
'Ajokarên jin bo otobûsên gazê
Fethî Suvarî aşkere kir ku niha ji bo şofêriya otobûsên gazxwer xebatkar têne girtin û da zanîn, dilê wan heye ku şofêrên jin bên ser vî karî û amaje bi hin krîterên ajotina otobûsan kirin. Fethî wiha axivî: "Ji bo ajokeriya otobûsan divê herî kêm 5 salan ajokeriyê kiribe. Divê xwedî ajonameya celebê E be. Her wiha divê xwedî belgeya SRC be. Em ê 40 ajoker wergirin kar û em dixwazin her 40 jî jin bin."
'Em ê pêşiyê rê bidine wan'
Fethî destnîşan kir ku di qadên tenduristî, perwerde, veguhastin, çand û xizmetên civakî de ew dixwazin pêşîn cih bidine jinan û got, hinek xebatkarên jin ên ciwan piştî çêkirina riyan di kontrolkirina wan de kar dikin. Fethî bi bîr xist ku ji herî pir di beşa xizmetên civakî de kar dikin û got, bi taybetî ew pêşengiya xebatên perwerdeyê dikin û bal kişand ku krêş ji bo wan giring in û bi tevahî ji jinan re hatiye hîştin.
(rc/ch)