DAİŞ sivîlan dike mertalên zindî û 42 kes jiyana xwe ji dest dane

15:47

JINHA

NAVENDA NUÇEYAN - Li Kobanê di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê pêk hat, li gor agahiyên dawî hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derket 42 kesan û hejmara birîndaran jî gihîşt 55'an. Opersyona şervanên YPG/YPJ’ê û Hêzên Asayîşê ya heremê didome.

Li gorî agahiyên hate girtin li navenda Kobanê piraniya wan jin û zarok bi giştî 22 sivîlan di encama êrîşên çeteyên DAİŞ'ê jiyana xwe ji dest dane û 55 kes jî birîndar bûne. Li gundê Berx Botan a Kobanê jî îro çeteyan zêdeyî 20 sivîlan qetilkirin û bi vê yekê giştî hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihiştî 42 kesan. 55 kes jî birîndar in.Her wiha hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê ku derbasî Kobanê bûne di taxa Şehîd Mor de 5 malbat revandine û wan wekî mertalên zindî bikar tînin. Di agahiyê de hate diyar kirin ku komeke çeteyên DAIŞ’ê ku derbasî bajêr bûn, li taxa Şehîd Moro endamên 5 malbatan di malên wan de wan wekî mertalên zindî bi kar anîne û çeteyan zarok û jin ji zilaman qetandine. Der barê rewşa malbatan de heta niha agahiyek zelal nehatiye girtin.

Operasyonên şervanên YPG/YPJ’ê û Hêzên Asayîşê ya paqijkirinê jî didomin û hat diyar kirin ku heta niha zêdeyî 11 çeteyên DAİŞ'ê hatine kuştin.

(rc/ch)