Kûjerê Bêrîvanê hate berdan!
16:28
JINHA
BURSA - Dadgehê biryara derketina kujerê Bêrîvan Yaprak Turga ya ku di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de hatibû qetilkirin da.
Doza Bêrîvan Yaprak Turga ya 17 salî li Bursayê di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya sala derbasbûyî de hatî qetilkirin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Bursayê hat dîtin. Di dozê de Ugur Arak girtî û Halîl D. jî ji der ve dihat darezandin. Di doza ku Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan tevlîbûn de parêzer û malbata Bêrîvanê jî beşdar bûn. Di runiştina dozê de bersuc Ugur Arak parstina xwe kir, sucê xwe ne pejirand û daxwaza serbest berdana xwe kir.
Piştî parastina bersuc Parêzerê Bêrîvanê Engin Yalçin mafê axaftinê girt. Parêzer xwest ku ji aliyê kesên dizanin ve lêkolîna bûyerê bê kirin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzer red kir û biryara derketina bersucê Ugur Arak da.
Ji bo komkirina delîlan runiştin taloqî 9'ê Îlonê hate kirin.
(zt/ch)