Fîgen Yûksekdag: Heger piştgiriya hikûmetê di êrîşan de tuneye divê îspat bike

16:29

JINHA

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yûksekdag diyar kir ku êrîşên li dijî Kobanê hewldana tolgirtinê ye û hikûmeta AKP'ê wek berpirsyarê êrîşan nîşan da û got: "Heger ev qetlîam bi piştgiriya we pêk nehatiye divê hun îspat bikin." Fîgen destnîşan kir ku hikûmeta ku ji cîrantiya DAIŞ’ê aciz nabe, nerazîbûna xwe ya li hemberî azadkirina Girê Spî nîşan dide jî derdixe holê ku êrîş ji aliyê kê ve û çima pêk hatiye.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yûksekdag li navenda partiya xwe de daxuyaniya çapemeniyê da û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê nirxand. Fîgen anî ziman ku êrîş dijmirovî ye û wiha berdewam kir: "Di saetên paşîv de dema ku miro îbadetê dikin, çeteyên ku îdia dikin li ser navê Îslam, ol tevdigerin misilman qetilkirin. Van çeteyan ji misilmanî, ji ol nesîbên xwe negirtine, ev li aliyek çete ji mirovahiyê jî nesîbên xwe negirtine." Fîgen destnîşan kir ku yên ku qetlîamekî wisa bikin encax kesên ku ji mirovahiyê nesîbên xwe negirtibin dikarin bikin, bi vê êrîşê re rastiyeke din a Tirkiyeyê jî derketiye holê. Fîgen diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê yên ku li Hesekê û Kobanê qetlîam pêk anîn di vê pêvajoyê de her tim ji Tirkiyeyê piştgirî girtin û wiha axivî: "Îro ev çeteyên ku 50 kes qetil kirin ji Tirkiyeyê piştgiriyê digire, Tirkiye xwedî li wan derdikeve. Ne tenê piştgiriya lojîstîk di heman demê de di warê operasyonan de jî piştgiriyê digirin." Fîgen bal kişand li ser serkeftina HDP'ê ya li Tirkiyeyê, serkeftina YPG û YPJ'ê jî ya li Rojava bi dest xistiye bêtehamûlî hatiye nîşan dan û ev qatlîam wekî hewildanek "tolhildanê" bi nav kir.

Fîgen derbirî ku di demên dawî de ji ber ku DAIŞ’ê têkçûna xwe ya li hemberî YPG û YPJ'ê hezm nekiriye serî li van tiştan dide û axaftina xwe wiha domand: "Tirkiye jî li hemberî vê serkeftina YPG û YPJ’ê aciz bû. Hikûmet acizbûna xwe ya korîdorekî hêzên YPG û YPJ’ê herêm ji çeteyan paqij kirin û ava kirin bi gotinên xwe ve anî ziman, bi helwesta xwe vê yekê nîşan da. Hikûmet bi cîranbûna DAIŞ’ê re aciz nebû, dema ku li Kobanê êrîş pêk hatin gotinên dê bikeve bi kar anî û wekî roj hejmart, piştî ku YPG û YPJ'ê herêm ji DAIŞ’ê paqij kir vê carê aciz bû. Ev bi tena serê xwe jî nîşan dide ku qatlîam ji aliyê kê ve pêk hatiye. Tiştekî din jî ne hewceye mirov îspat bike. Heta niha çawa piştgiriyê dide DAIŞ’ê gelek caran bi belge derketin holê. Êdî em ne mecbur in îdiaya xwe îspat bikin."

Fîgen bang li hikûmetê kir û got: "Heke ev komkujî bi piştevaniya we nehatibe kirin vê yêkê şênber bikin û îsbat bikin lewre îdîayên ku heta îro me parastin derbasdar in" Fîgen anî ziman ku du wesayîtên bombebarakirî li nêzî Deriyê Sînor a Murşîtpinarê êrîş pêk anîne îhtîmala çeteyên ketin Tirkiyeyê û ji aliyê Tirkiyeyê ve êrîş pêk anîne nîşan da. Fîgen diyar kir ku li sînorê Tirkiyeyê li hemberî Rojava pirsgirêkekî ewlehiyê heye û ji ber vê yêkê bi sedan welatiyan bi mehan li sînor nobet girtin û got: "Li wê xetê dewlet hê piştgirî dide DAIŞ'ê û bi hev re dixebitin. Li wî sînorî me bi mehan nobet girtin û em dê îro jî nobetê bigirin. Li Tirkiyeyê yên li hemberî serkeftina HDP'ê û YPG/YPJ'ê tehemûlê nîşan nadin divê êdî hînê vê yêkê bibin. Em li Rojava jî û li vir jî tu gavekê paşda navêjin. Gelên Tirkiyeyê êdî guhertinek pêk aniye." Fîgen sersaxî li gelê Kurd û dostên wan da û wiha axivî: "Ev êrîş û şîn tu caran me bêhêz nake." Fîgen bang li gelên Tirkiyeyê kir ku piştgirî bidin gelên Rojava.

Fîgen di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku Tirkiye hê piştgiriyê dide DAIŞ'ê û bi dehan dîmen û wêneyên çeteyên DAIŞ'ê ya bi rihetî sînor derbas dikin hene. Fîgen destnîşan kir ku li gor agahiyên girtine li Rojava 50 kes hatine qetilkirin lê ev agahiyekî nehatiye teyîtkirin e. Fîgen balkişand ser birîndarên anîne Pirsusê jî û bang li hemû welatiyan kir ku ji bo xwîndayinê biçin herêmê. Fîgen xwest ku welatî careke din biçin sînor û anî ziman ku dê înîsiyatîfekî sivîl pêşengî bike û biçe sînor.

(rc/ch)