YPG: Li Kobanê 30 çete hatin kuştin

17:40

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê danê sibehê li hemberî navenda bajarê Kobanê û başûrê bajêr êrîşên hemwext lidar xistin û li ser bersiva hêzên YPG/YPJ'ê herî kêm 30 çete hatine kuştin. Navendê diyar kir ku operasyonên didomin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê şer û pevçûnên dawî yên li Kantonên Kobanê û Cizîrê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku çeteyan danê sibehê li hemberî navenda bajarê Kobanê û başûrê bajêr êrîşên hemwext lidar xistine.

'Welatî gulebaran kirin'

Di daxuyaniyê de hat zanîn ku danê sibehê saet di 04.40'an de komên çeteyan li deriyê sînor ê Mûrşîtpinarê wesayîtek teqemenî barkirî teqandine û wiha hat gotin, "Piştî teqandinê çeteyan li hember taxa Kaniya Kurdan, nexweşxaneya Rêxistina Bijîşkên Sînornenas, taxa Botan û mizgefta Haci Reşat êrîş lidarxistin. Çeteyên ku cilên şervanên Artêşa Azad li xwe kiribûn, bê ser û ber gulê reşandin li ser gelê me yên sivîl ên ku zedetirê wan jin û zarok bûn û xwestin komkujiyê bikin."

'Me bi lez mudaxeleyî êrîşan kir'

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kir ku hêzên wan bi awayekî lez û bez xwe gihandine wan qadan û ev agahî bi raya giştî re parve kir: "Di van qadên ku navê van derbas dibe de di navbera hêzên me û komên çeteyan de şerekî dijwar qewimî. Hêzên me li her çar cihan komên çeteyan kirin dorpeçê û piraniya çeteyan jî kuştin. Dema ev pevçûn berdewam dikir, komên çeteyan maşînekî din a teqemenî barkirî li deriyê sînor a Mûrşîtpinarê teqandin. Operasyonên hêzên me yên li ser çeteyên di dorpeçê de berdewam dikin. Komên çeteyan, li Başûre Kobanê jî, saet di 05.30'an de bi awayekî hemwext li hember gundên Berxbotan û Zerik û Girê Sevê êrîşek lidarxistin. Hêzên me li vê qadê jî bi ser çeteyan de girtin û piştî şerekî dijwar çete ji vê herêmê derxistin.

Li van qadên ku navê van derbas dibe de bi qasî hat zelalkirin heta niha derdora 30 çete hatine kuştin. Dema operasyonên hêzên me bi dawî bibe, der barê encaman de agahiyên zelal wê were parvekirin."

Navenda Çapemeniya YPG'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya li derdora bajarokê Ayn Îsa di roja 49'emîn de bi operasyonan dewam dike û di vê der barê de ev agahî da: "Şevê din hêzên me li ser rêya Ayn Îsa û Reqqa operasyonek lidar xistin. Di encama vê operasyonê de 2 gundên li ser ava Belix ji çeteyan hatine rizgarkirin. Hêzên me li vê qadê 6 çete tevî çek û cebilxaneyên li ser van, bi awayekî mirî bi dest xistin."

(zt/ch)