Gel diherike ser sinor
20:34
JINHA
RIHA - Li hemberî çeteyên DAİŞ'ê ya li Kobanê qetlîam pêk tînin û êrîşên wan berdewam dikin de bi bangawaziya DBP'ê ya ' Gel bila biherike ser sinor' ji navend û navçeyên bajaran bi hezaran welatî li ser xeta sinor top bûn.
Paqijkirina çeteyên DAİŞ'ê ya ji bajarê Kobanê ku destê sibê ketin navenda bajêr û li hember gel qetlîaman pêk tînin berdewam dike. Li gor agahiyên hêzên YPG/YPJ'ê DAİŞ di dibistanek Başûrê Rojava ya Kobanê de hatiye dorpêçkirin û 20 cenazeyên wan di destê hêzên YPG/YPJ'ê de ye. Her wiha hate diyar kirin ku 4 birîndarên DAİŞ'ê jî di dibistanê de ye. Li bajarê Kobanê pevçûn hê berdewam dike û li hemberî êrîşan îro ji Navenda Giştî ya DBP'ê bangawaziya 'Gel bila biherike ser sinor' hate kirin û gel bi vê bangawaziyê ji navend û navçeyên bajaran bi hezaran herikîn ser xeta sinor. Gel ji bo alîkarî bidin birîndaran li ber Nexweşxaneya Pirsûsê ya Dewletê disekinin. Ji ber ku li nexweşxaneyê cîh nemaye gelek birîndar li erdê li ser betaniyan hate tedawî kirin.
Welatiyên ku li xeta sinor disekinin li hember hemû hişyariyên cendirmeyan nobedên xwe berdewam dikin. Li sinora Pirsûs û Kobanê jî şer hê didome.
(zd-ny/ch)