TEV-DEM: Êrîş bi plana Tirkiyê, bi armanca astengkirina vegerên Kobanê pêk hat
21:03
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê diyar kir ku êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê çêbû bi alîkariya Tirkiyê pêk hatiye. Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê da zanîn ku ev îsbateke din a têkiliya Tirkiyê û DAIŞ’ê ye û ev plan bi armanca rawestandina pêla vegera welatiyên Kobanê, pêk hatiye.
Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê derbarê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê daxuyaniyek nivîskî weşand. TEV-DEM’ê da xuya kirin ku êrîş, bi alîkariya Tirkiyê û bi armanca ku pêla vegera koçberên Kobanê bidin rawestandin pêk hatiye. TEV-DEM’ê bang li welatiyên Kobanê û gelê herêmê kir ku bi rihê berxwedana Kobanê ya dîrokî vegerin û di xebatên avakirinê de cihê xwe bigirin.
Daxuyaniya Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê wiha berdewam kir: ''Îro di saetên sibê de bajarê Kobanê rastî êrîşeke dijwar a çeteyên DAIŞ’ê hat. Çeteyan der heqê sivîlan de komkujî pêk anîn. Di encamê de bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Em wekî TEV-DEM’ê sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe re dixwazin û hêviya şifayê ji birîndarên xwe re dixwazin û em bê şayiş girêdana xwe ya berxwedanê b lêv dikin. Em ê bi rihê berxwedana dîrokî ya Kobanê ku hatiye bidestxistin tevbigerin. Ev komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê pêk aniye têkçûna wan a di pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ku bi destê hêzên YPG/YPJ’ê pêk hatiye nîşan dide. Çete qirîzê jiyan dikin, hemû raya giştî ya cîhanê behsa têkçûna wan û serkeftinên dîrokî yên gelê me dikin. Serkeftinên hatine bi dest xistin bandora kûr a stratejîk di hemû herêmê de heye. Ji ber vê yekê hêzên ku dijberiya gelên azad dikin dixwazin tola têkçûna xwe ji gelên herêmê û bi taybet ji gelê Kurd hilînin.''
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di destpêka rizgarkirina Girê Spî de deweleta Tirkiyê ketiye nava liv û tevgerê ku xwestine di navbera pêkhateyên herêmê, Kurd û Ereban de tevliheviyê derbixin û dom kir: '' Di hemû saziyên xwe yên çapemeniyê de hin kesên nijadperest tevdigeriyan ku bi rêya çeteyan jehra siyaseta tunekirinê li dijî gelê Kurd bidin meşandin. Ev êrîş bi awayekî plankirî ji aliyê Tirkiyê hatiye saz kirin û bi rêya çeteyan dixwazin ku hebûna gelê Kurd bi dawî bike. Ji ber vê yekê dixwazin tevliheviyê derbixin.bi vî awayî careke din têkiliya Tirkiyê ya bi çeteyên DAIŞ’ê re isbat bû. Wan rê ji çeteyan re vekir ku di ser herêmên di bin destê leşkerên Tirk re derbasî Kobanê bûn. Çeteyan di deriyê Sînor ê Kobanê (Murşidpinar) re êrîş pêk anîn, ev yek hevkariya çeteyan û Tirkiyê zelal nîşan dide.''
Her wiha di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku siyaseta Tirkiyê pir qirêj û xetere ye û dijminahiya bê sînor nîşan dide û got: ''Ev plan û êrîş me bi tû awayî ji îradeya azad û demokratîk paşve nagerîne û dê bi rihê berxwedana Rojava bersiva hemû zehmetiyan bê dayîn.''
Di dawiya daxuyaniyê de bangawazî li gelê Kobanê hate kirin ku welatiyên herêmên rizgarkirî venegerin malên xwe û di xebatên ji nû ve avakirina Kobanê de cihên xwe bigrin.
(ch)