Sarîn Korkmaz: Heta îadeya Kampa Armen bi cîh neyê em ê têbikoşin
09:29
JINHA
STENBOL - Berxwedana Kamp Armen,ya li Tuzlayê bi salane wek Sêwîxaneya Ermeniyan tê bi kar anîn û tê xwestin ku li Dêra Protestan a Gedikpaşayê re were bexş kirin di roja 51.emîn de bi şîara ' Kamp Armen bila îadeyî gelê Ermenî bibe' berdewam dike. Berxwedêra Kamp Armen Sarîn Korkmaz anî ziman ku daxwaziya îade kirina Kamp Armen dikin û heta daxwaza wan bi cîh neyê wê berxwedana xwe bidomînin.
Berxwedana Kamp Armen ya bi şîara 'Kamp Armen bila îadeyî gelê Ermenî bibe' 51 roj berê hatibû destpê kirin li navçeya Tuzlayê ya Stenbolê berdewam dike. Kam Armen, bi salan wek Sêwîxane hate bi kar anîn û kesên wek Hrant Dînk, Rakel Dînk û Armena Bakirciyan jî li vir mezin bûne, niha bi talûkeya ruxandinê re rû bi rû maye. Endama NorZartonk û berxwedêra Kamp Armen Sarîn Korkmaz da zanîn ku berxwedana wan di roja 51. emîn de bi piştevaniyê berdewam dike. Sarîn der barê dîroka Kamp Armen de jî axivî û diyar kir ku ev der berê ji alî Dêra Protestan a Gedikpaşayê wek Sêwîxane dihat bi kar anîn. Sarîn dest nîşan kir ku piştî qirkirina Ermeniyan ya sala 1915'an de zarok anîne Stenbolê û li paş Dêra Protestan a Gedikpaşayê perwerde dane wan.
' Kamp Armen cihekî wek avzêlê bû, lê veguherî bihûşt ê'
Sarîn bal kişand ku ji ber çar aliyê Dêra Protestan a Gedikpaşayê bi dîwaran hatiye dorpêçkirin zarok nikarîbûn bilîstana û behremendên xwe derxbixistana holê . Sarîn anî ziman ku ji bo ev pirsgirêk were çareserkirin di sala 1979'an de cihê Kamp Armen ya wek avzêlê (bataklık) bû hate girtin. Sarîn da xuya kirin ku eraziya wek avzêlê bû veguherî bihûştê û got: ''Di dema şerê Qibrisê de zagona 1938'an hate derxistin û dewlet bi hinceta ' Weqif nikarin mûlk bigrin' re xwest ku weqfên kêmnetew beyannameyên mûlkên di destê xwe de eşkere bike.
'Hrant Dink, ji bo Kamp a Armen bigre ber xwe da'
Sarîn bi lêv kir ku bi darbeya 12 Îlonê ya 1980'an Kampa Armen bi tevahî hatiye vala kirin û piştre Hrant Dînk ji bo Kampa Armenê bigre pir ber xwe daye. Sarîn da zanîn ku ev der cara yekemîn ji alî kesek navê wî Saît Dûrmaz e hatiye sendin û piştre pir caran bi bûhayek zêde dest guherandiye.
' Em nikarin mafê sêwiyan bixwin'
Sarîn diyar kir ku tapûya Kamp Armen niha di destê Fatîh Ulusoy de ye û ew jî hewl dide ku li vir vîllayek çêbike. Sarîn axaftina xwe de teşebbûsa Fatîh Ulusoy ya bi dozeran ji bo ruxandina Kamp Armenê hewldabû bi bîr anî û got: '' Dema ruxandina Kamp Armenê karkerên di înşaata kêleka wê de dixebitîn me agahdar kirin û kesên ku ji bo ruxandina Kamp Armen hatibûn ji dozeran peya bûn û gotin ' Em nikarin mafê sêwiyan bixwin'
' Ji bo bexş kirina Kampê Fatîh Ulusoy daxwaza pera ji dewletê dike'
Sarîn destnîşan kir ku bi hewldanên HDP'ê û yê gel ruxandina Kampê hatiye astengkirin lê ev rewşek derbasdare û bi lêv kir ku Fatîh Ulusoy dema bertekên raya giştî dît ji bo nebe sedema înfîalek paş de gav avêtiye. Sarîn anî ziman ku Fatîh Ulusoy gotiye ' Heger di nava mehekî de çareserîyek pêş nekeve dê Kampê hilweşînin.' Sarîn bal kişand ku ji bo bexş kirina Kampê Fatîh Ulusoy daxwaza pera ji dewletê dike.
' Ev bi giştî xapandina hilbijartina ye'
Sarîn der barê ji bo îade kirina Kamp Armenê nuçeyên ku hatine çêkirin de jî axivî û got: '' Markar Esayan di Kovara Paros de axivîbû û gotibû ' Ji bo bexşkirina Kamp Armen em bûne navbeynkar û me soza xwe bi cîh aniye' lê ev ne rast e û bi giştî xapandina hilbijartina ye.''
' Heta Kamp Armen îade bibe em ê têbikoşin'
Sarîn destnîşan kir ku di berxwedana roja 51'an de ne lê îadekirina Kampê hê nehatiye kirin û heta Kamp Armen îade bibe wê têbikoşin. Sarîn di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku heta roja dawiyê wê ber xwe bidin û ji Kamp Armenê dernekevin.
(en-mı/ch)