Girtiyên PAJK'ê: Zîlan ji bo jiyanek azad canê xwe feda kir
09:30
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê PAJK'ê Kajîn Perî bi wesîleya salvegera çalakiya Zeynep Kinaci (Zîlan) li ser navê girtiyên PAJK'ê daxuyanî da û diyar kir ku Zîlan di pêşengtiya jina Kurd de vîn û berxwedana lêgera azadiyê bilind kiriye û got: '' Zîlan ji jiyanê pir hez dikir û ji bo jiyanek azad, wekhev, bê dualî canê xwe feda kir û di dilê neyaran de bû tirs û xof a herî mezin."
Endamê PAJK'ê Kajîn Perî bi boneya 19'emîn salvegera çalakiya Zeynep Kinaci (Zîlan) li ser navê girtiyên PAJK'ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Tevgera Azadiyê xwedî li mîrasa berxwedana lehengên gelê Mezopotamyayê derketiye û vê mîrasê domandiye bûye tovên jiyana azad.Kajîn berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: '' Dîroka ku bi lehengiyê tê nivîsandin, dilêrên xwe jî bi tîpên zêrîn dinivîsîne. Yek ji van lehengên azadiyê jî Heval Zîlane."
Kajîn anî ziman ku Zîlan di sala 1996'an de bi çalakiya fedayî, hesabên neyaran vala derxistiye û di dîroka gelê Kurdistanê de qunaxeke nû daye destpê kirin. Kajîn bal kişand ku Zîlan bi çalakiya xwe pergala faşîzmê ya li Kurdîstanê jî hejandiye û wiha berdewam kir: ''Heval Zîlan bi çalakiya xwe qomploya 6'ê Gulan a 1996'an ya li hember Rêbertiya me pêk hatibû xwe kir mertal û qomplo vala derxist.'' Kajîn da zanîn ku Zîlan bi hişmendiya bîrdoziya rizgariya jinê rolek giring lîstiye û di pêşengtiya jina Kurd de vîn û berxwedana lêgera azadiyê bilind kiriye. Kajîn wiha got: ''Zîlan ji jiyanê pir hez dikir û ji bo jiyanek azad, wekhev, bê dualî canê xwe feda kir û di dilê neyaran de bû tirs û xof a herî mezin."
Kajîn di daxuyaniyê de bal kişand tevlîbûn, lêger û çalakiya Zîlanê ku bûye jina azadîger û berxwedêr û wiha dom kir: '' Zîlan bûye remza azadiyê, bûye nûnera xudawendi ya jiyana azad. Di hêviyên jina Kurd de Heval Zîlan çavkaniya serkeftinê, dewlemendî û rengîniya bi hev re bûyinê û xeta rêhevaltiya rast a bi Rêbertiyê re ye.''
Kajîn di dawiya daxuyaniyê de anî ziman ku di salvegera 19'emîn çalakiya Zîlan bi bîr tînin û got: ''Bi taybetî jî Heval Sema û Gulan jî em bi bîrtînin û soza xwe ya heta dawiyî di rêya şehîdan de jiyandinê dûbare dikin."
(zt/ch)