Dayikên Roboskî: Duh Robosokî Îro Kobanê
10:25
JINHA
ŞIRNEX- Malbatên Roboskî çalakiya xwe ya 182’emin bi şermezarkirina bûyerên Kobanê re pêk anîn û bi yek dengî êrîşan nalet kirin û gotin 'Ev şer ne şerê DAİŞ’ê ye şerê Tirkiyê ye.' Dayikên Roboskî anîn ziman ku duh li Roboskî Tayîp Erdoxan, îro jî li Kobanê dîsa berpirsyar Tayip Erdoxan e
Malbatên gundê Roboskî ya girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê ye ku di 28’ê Kanûna 2011’an de 34 kes hatibû qetilkirin niha her hefte bi nobeta ‘Ji Roboskî re Edalet' tên cem hev û qatlîama pêkhatî şermezar dikin. Malbatên Roboskî nobata xwe ya edalatê ya 182’emin de vê heftê jî kulîlkên li ser goristanên xizmên xwe av dan û ji kesên hatî qetilkirin re dua xwendin û li zarokan şekir belava kirin. Piştre jî daxuyanî hate dayin. Parlementerê HDP’ê Ferhat Encû jî tevlî daxuyaniyê bû û bi dayikan re li ber pankartên ”Em dewleta ku alîkariyê dide çeteyên DAIŞ'ê naxwazîn “Rûyê Erdoğan yê rast li vê derê ye” hat vekirin û dovîzên ”Kujer tunebin aşitî jî tûne ye”,” Li Roboskê komkuji berdewam dike” runiştin.
‘Heta ku berpirsiyar bên ceza kirin...’
Li ser navê malbatên Roboskî Serokê komaleya Roboskî-Der'ê Velî Encu daxuyanî xwend û diyar kir ku heya berpirsyarê komkûjiya Roboskî nên ceza kirin wê çalakiya xwe bi biryardarî dewam bikin. Velî li ser doza Roboskî û girtina Ozgûr Amed jî sekinî û wiha got: ” Berpirsyarên vê bûyerê hûkumeta AKP’ê ye û sucdar diyar in lê hembera darazandina sucdaran kesên ku tevlî protestoya Roboskî bûne tên ceza kirin.Em azadiya Ozgur Amed ya li Amedê tevlî meşa şermezarkirina bûyera Roboskiyê bû û niha di girtîgehê de ye dixwazin.” Velî herî dawî li ser êrîşên çeteyên DAİŞ’ê ya ser Kobanê sekinî û wiha dom kir: ” Em van êrîşên DAİŞ'ê û wahşeta wî nalet dikin. Ji vê wahşetê kesên ku destura derbasbûna DAİŞ’ê didin û bi tiran ji wan re çekan dişînin berpirsiyarin.”
‘Em berpirsyaran nas dikin’
Piştî daxuyaniyê parlementerê HDP’ê Ferhat Encu jî axivî û diyar kir ku .çeteyên DAİŞ’ê çawa şeş meh berê bi piştgiriya AKP’ê êrîşî Kobanê kirine îro disa bi piştgirya AKP’ê qetliam pêk tîne. Ferhat destnîşan kir ku ew berspiryarên van êrîşan nas dikin û ew kes Serokkomar Erdoxan ê ku gotibû “Kobanê ha ket ha ket” e û wiha berdewam kir:” Em li vê derê bang li Netewên Yekbûyî dikin ku bila êdî ji van êrîşan re bêjin bes û alîkariya ji aliyê Tirkiyê ve ji DAİŞ’ê re diçin rawestin.''
'Êdî bes e, bila dayik negrîn.''
Dayikên ku di Komkûjaya Roboskî de xizmên xwe winde kiribûn di der heqê êrîşên ku li Kobanê hatî kirin de axivîn û gotin: ” Duh li Roboskî Tayîp Erdoxan îro li Kobanê dîsa Tayip Erdoxan”
Dayika Serhat Encû Helime Encû jî axivî û diyar kir ku 4 sal ji ser bûyera Roboskî derbas bûye lê berspiryar hê nehatine ceza kirin û bal kişand ku Tayyîp Erdogan çeteyan dişîne ser Kurdan û qetlîaman pêk tîne. Helîme got: '' Em her roj dibêjin aşitî lê em rastî komkujiyan tên. Êdî bes e, bila dayik negrîn.''
‘ Aqubeta Seddam wê li serê Erdoxan bê’
Dayika Erkan Encû, Felek Encû jî der barê rewşa Kobanê de axivî û Serokkomar Tayip Erdoğan wek berpirsyarê van êrîşan nîşan da û wiha berdewam kir: '' AKP li gor pêvajoya aşitiyê tevnagere û Kurdan dixapîne.'' Dayika Felek di dawiya axaftia xwe de pirsa ' Heger pêvajoya aşitiyê heye çima DAİŞ’ê dişîne ser serê Kurdan?'' Dayika Felek bal kişand ku ev şer ne şerê DAİŞ’ê ye şerê Tirkiyê ye.
Dayika Vedat Encû, Mercan Encû jî destnîşan kir ku çeteyên DAİŞ’ê ji deriyê Tirkiyê re derbasî Kobanê bûne û wiha axivî: ''Bila Erdoğan ji bîr neke YPG û YPJ zarokê me ne. DAİŞ ne Kuran a pîroz nas dike ne jî xwedê nas dike. Tayîp Erdoğan jî, alîgirê wî DAİŞ jî ne misilman in.” Dayika Mercan anî ziman ku aqubeta Seddam Hûsêyin wê li serê Tayîp Erdoxan be jî û got: '' Ev çar salin em ne di malên xwe de ne li ser goristana disekinin. Destê me dê her tim di qirika Erdoğan be û em naletê li DAİŞ’ê jî tînin.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya runiştinê pêk hat û dûrişma “Kujer dewlet dê hesab bide”hat berzkirin.
( ma/ch)