Mulkiye Birtane: Divê li hember vê hovîtiyê tû kes bêdeng nemîne
10:49
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Parlementera Qersê Mulkiye Birtane êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ser sivîlan şermezar kir û diyar kir ku di qirkirina li Kobanê hatî kirin de alîkariya rêveberên dewletê heye, ne nîşana pirsê ye, heger nîne divê xwe îspat bike.
Piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên 15'ê Îlona sala 2014'an hatin şikandin hakimiyeta herêmê kete destê hêzên YPJ/YPG'ê. Dema ku sivîl vedigeriyan Kobanê û dest bi avakirina wê hatibû kirin cardin ceteyên DAÎŞ'ê dest bi êrîşê kirin. Piştî ku di êrîşê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan welatî ber bi sînor ve herikîn û li hember derbasbûna çeteyên DAÎŞ'ê ji aliyê Tirkiyê ve dest bi nobetê kirin. Parlementera HDP'ê ya Qersê Mulkiye Birtane di derbarê êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê ji aliyê Tirkiyê de ser Kobanê nirxandin kir. Mûlkiye balkişand ser kêfxweşiya serkeftina Kobanê ya di nava gelan de û got: "Di êrîşan de xalek giring heye ew jî qetlîama ku li ser sivîlên êdî vedigeriyan welatê xwe pêk hat. Ev qirkirina ser sivîlan divê tû carî ji aliyê tû partiyên siyasî û gelan ve neyê pejirandin."
'Bi awayek vekirî Tirkiye alîkariya çeteyên DAÎŞ'ê dike'
Mulkiye giringiya Deriyê Sînor a Murşîtpinarê bi bîr xist û wiha axivî: "CHP'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku 7 wesayît hatine teqandin. Ji wan wesayîtan yek ji aliyê Tirkiyê de çuye. Ji ber wê jî divê Tirkiye alîkariya xwe ya ji bo çeteyên DAÎŞ'ê bipejirîne. Yên ku her dem îftirayan diavêjin kurdan dibêjin direwan dikin derewa herî mezin ew bi xwe dikin. Ji ber wê jî em dibêjin Tirkiye bi awayek vekirî alîkariya çeteyên DAÎŞ'ê dike."
'Tenê daxwaza wan di vî welatî de hegemonyayê bidin avakirin'
Mulkiye anî ziman ku li Kobanê şerek her alî YPJ/YPG'ê li hember çeteyên DAÎŞ'ê dimeşandin, lê di van êrîşên dawiyê de şer di nava sivîlan û çeteyan de derket. Mulkiye da zanîn ku bi azadiya Kobanê re hesabên Tirkiyê têk çune û wiha berdewam kir: "Tenê daxwaza wan di vî welatî de avakirina hegemonyayê ye. Di vê hegemonyayê de Serokomar dixwest were serî. Di vê herêmê de yên dixwestin pêşiya wekhevî, azadî û demokrasiyê bigirin ji aliyê şervanên azadiyê ve bi erdê ve bûn yek. Bi navê mirovahiyê ev ax hat azadkirin."
'Divê kes li hember vê hovîtiyê bê deng nemînin'
Mulkiye bang li hemû gelên Tirkiyê kir û got: "Divê hun li hember vê hovîtiyê bêdeng nemînin. Bi dengekek bilind her kes bibin yek. Bertek û çalakiyên me bi navê mirovahiyê ne. Kobanê nirxê me yê mirovahiyê ya hevpar e. Li nirxên xwe yên mirovahiyê xwedî derketin berpirsyariya me ye." Mulkiye destnîşan kir ku alîkariya berpirsên dewletê di vê qirkirinê de heye yan na nîşana pirsê ye, heger nîne bila xwe îspat bike û wiha berdewam kir: "Heger destê we di nava vê qirkirinê de nîne xwe îspat bikin. Heger ev rewş neyê zelal kirin, em ê bizanin heya niha di derbarê wan de gotinên me raste. Ji bo gelan û her 4 aliyê Kurdistanê çî dikeve ser milê siyasetmedaran divê bînin cîh. Divê li hember vê hovîtiyê hemû kes rabin ser lingan."
(zt/ch)