Jinan banga têkoşîna hevpar ya ji bo Kobanê kirin
11:23
JINHA
İZMÎR/STENBOL - Bertekên jinan yên li hember êrîşên ser Kobanê mezin dibe. Jinan ku li hemberê alîkarî dayîna hikûmeta AKP'ê ya çeteyên DAIŞ'ê gelek bi hêrs bûne, dan zanîn ku êrîşên pêk tê li hember şoreşa jin û gelan e û gotin: "Navenda DAIŞ'ê ne Reqqa ye Enqere ye." Her wiha jinan banga têkoşîna hevpar ji bo Kobanê kirin.
Li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê a li ser Kobanê ya ku di encamê de 40'î zêdetir sivîl jiyana xwe ji dest dane û bi dehan birîndar bûne bertek her ku diçe mezin dibe. Jinên Stenbol û Îzmirê li qadên ku dimînin de bertekên xwe li hember êrîşên çeteyan anîn ziman.
Endama Femînîstên Kolektîf yên Îzmirê Ozlem Gûndûz bang li tevahî jinan kir ku li hember êrîşên çeteyan bertekên xwe yên hevpar bînin ziman û got: "Ji buyerên ku hatiye jiyîn û serketina hilbijartinê ya derbasbûyî tehrîka dewleta Tirk radixîne berçavan. Bi aweyek eşkere piştgirî dayîna qetilkirina sivîlan bingehê xwe ji vê yekê digre. Herkes dizane ku çeteyên DAIŞ'ê li ser sînorên Tirkiyê tên xwedî kirin û di encama vê piştgiriyê de ev êrîş pêk hat. Di berxwedana Kobanê de jî buyerên ku dişibihin vê yekê derket holê. Li ser vê bingehê ji bo ku piştgiriya Tirkiyê ji DAIŞ'ê re bê qutkirin pêwîste em piştevaniya banga KJA'yê bikin. Ji bo ku em pêşî li hember qetilama mirovahiyê bigrin pêwîste em rêxistinbûna xwe bi hêz bikin û li her qadê çalakî li dar bixin û piştgiriyê bidin. Li hember qetilamên jinan ya ku li Kurdistanê pêk tê, şoreşa jinên Kobanê helwestek bi hêz diyar dike. Sekna me ya li hember çeteyên DAIŞ'ê pêwîste rast be. Pêwîste hemû jin têkoşînek hevpar li hember êrîşa ku li dijî şoreşa jin pêk hatiye bertekên xwe li qadên ku lê ne bînin ziman."
'Navenda DAIŞ'ê ne Reqqa ye Enqere ye'
Aktîvîsta Jinên Ciwan a Azad Eylem Ozcan jî bertekên xwe li hember êrîşan anî ziman û got: "Êrîşa ku pêkhatî dewleta Tirk piştgirî daye û dîmenê teqînê Ajansa Anadolu yê parve kiriye dide nîşan ku li pişt vê disa hikûmet heye. Ev êrîşên ku pêkhatî êrîşa li hember şoreşa jin û gelan e. Em wek jinên ciwan xwedî li şoreşa Rojava derdikevin. Navenda DAIŞ'ê ne Reqqa ye Enqere ye û em vê yekê dizanin. Em ê vê şoreşê ne ji çeteyên tecwûzkar û ne jî ji dijminê jinan AKP'ê re bihêlin ku bê xeniqandin. Carek em ji malê xwe derketin û em ê cardin lê venegerin."
'AKP'ê qetilamê ji çeteyan re hêsan kiriye'
Endama Însiyatîfa Jin ya li Hember Şer a Îzmirê Maîle Arîç diyar kir ku paqijkirina çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê û Girê Spî û gihîştina her dû Kantonan ne tenê ji bo Rojava girîng bû, bi taybet ji bo gelê Rojhilata Navîn bû serkeftin û hêvî û wiha dom kir: "Hêzên emperyalîstê bi amûrên kapîtalîzmê dixwaze bi destê çeteyên DAIŞ'ê dagirkeriyê li gel bike. Hikûmeta AKP'ê bi her awayî bi çeteyan re hevkariyê dike û di êrîşa li hember mitînga HDP'ê ya Amedê jî ev yek derket holê. Li Sûrî jî li hemberî hemû rê û rêbazên DAİŞ'ê ya li ser gelan qetlîam pêk tîne, zordestiya Sûnnîtiyê dike, bi hezaran niştecihan ji cîh û warê wan dike bê deng dimine û bi girtina sinoran hevkariya qetlîama dike.
'Em ê biryarbûna têkoşîna xwe her dem bidomînin'
Maile anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê ji xwe dijminê jinê ye û axaftina xwe wiha domand: "Li aliyê din jinên Rojava yên ji ber hovîtiya çeteyan direvin li ser sînor ji rastî tecawûza leşkerên Tirk tên, em dizanin ku leşker ev rihetiyê ji qadên siyasî û civakî digrin ku em vê ferasetê şermezar dikin. Encama cînayetên jinan jî bingeha xwe ji vê yekê digre û ji ber vê em ê biryarbûna têkoşîna xwe her dem bidomînin. Ji bo ku hikûmeta AKP'ê desthilatdariya xwe bide jiyan kirin piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ'ê û sivîlan qetildike. Encama êrîşên ku di mitînga Amedê de jî pêkhatî vê yekê diyar dike."
'Bersiva daxwaza aşitiyê ya gelê Kurd, bi bombayan tê dayîn'
Ji Meclîsa Dayîkên Aşîtiyê ya Stenbolê Perîhan Akbulut diyar kir ku ew gelek xemgîn û bi hêrsin û wiha bertekên xwe anî ziman: "Dewleta Tirk ya ku li hember serkeftina Kurd xwe nagre bi şêwayên cuda bi ser gel de êrîşan pêk tîne. Em dizanin ku piştgiriya vî şerî Tirkiye dike. Berî çend salan Tayyîp Erdogan gotibû 'Em ê ciwanên misilman ava bikin'. DAIŞ'ê ava kir. Eger hikûmeta AKP'ê alîkariyê nede çeteyên DAIŞ'ê, çete bi tena serê xwe hêza wan têra hêza YPG û YPJ'ê nake. Êdî em naxwezin windahî çêbibin. We dilê me şewitand. Gelê Kurd çiqas aşîtiyê dixwazin hûn bi bombeyan bersiv didin."
'Encamê şerên ku pêk tên jinan ji kur ve bandor dike'
Ji Hewildana Aşîtiyê a Jin Nîmet Tanrikulu destnîşan kir ku ew bûyer û şerên ku li Kobanê tê jiyan kirin ji nêz ve dişopînin. Nîmet axaftina xwe wiha berdewam kir: ''Me wek BÎKG'ê hemû pêvajoya şerê Kobanê şopand. Di şopandinê de belayê ku jê re dibêjin DAIŞ, me dît ku di serî de Tirkiyê û dewlet piştgiriyê didin wan. Îro jî em vê lîstokê û vê piştgiriyê dibînin. Di vê lîstoka kirêt de ku piranî jin û zarok hatine qetilkirin ji pêvajoya sîyasî a Tirkiyê ne cûda ye. Em gelek bi hêrsin. Encamê şerên ku pêk tê jinan ji kur ve bandor dike. Ez bang li tevahî jinan dikim, çawa di pêvajoya hilbijartinê de ji bo çareserî hewildan ji bo piştgiriya Kobanê jî pêwîste hemû jin berê xwe bidin sînor. Lewre çeteyên DAIŞ'ê wê sibê berê xwe bide axa me jî. Ji ber vê yekê pêwîste hemû kes piştgiriya xwe li gel Kobanê bike."
(rc/ch)