Niştecihên Kobanê li ser sînor rastî astengiya leşkeran tên
11:45
Zehra Dogan - Nurcan Yalçın/JINHA
RIHA - Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê niştecihên Kobanê ku dixwazin derbasî Pîrsûsê bibin li ber sînor ji alî leşkeran ve tên rewastandin. Hin welatiyên ku sînor derbaskirine diyar kirin ku, li ser sînor gelek zarok hene û birçîne lê destûr nayê dayîn ku derbas bibin û gotin: "Me kêliyên gelek giran jiyandin. Serê jinan jêkirin û bi taybet êrîş birin ser jinan. Çete li gundên ku ketine bi dehan jin dîl girtin. Ji bo ku em canê xwe xilas bikin em hatin ber deriyê sînor lê li vir jî bi saetan em hatin rewastandin."
Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê birîndarên ku anîn nexweşxaneyên Riha û Pîrsûsê tedawiya wan didome lê li aliyê din Kobaniyên ku dixwazin ji deriyê sînor derbasî Pîrsûsê bibin rastî astengiya leşkerên Tirk tên. Bi sedan Kobaniyên ku li ber sînorê gundê Etmanikê heya sibê hatine rewastandin û li hember vê yekê leşkeran tedbîra sînoran digrin û nahêlin ku welatî derbasî vî aliyê sînor bibin. Zergê Îsmaîl Xelîl a 60 salî ya ku nikare sînor derbas bike lê zarok û hevjînê wî li aliyê sînor ya din mane got bi sedan welatî li ber deriyê sînor heya sibê tên rewastandin. Zergê diyar kir ku zarok birçî û tî tên rawestandin û wiha got: "Ji ber ku derengiya şevê ye ew nikarin vegerin. Zarok birçî û tî li ber têlên sînor tên rawestandin.''
'Nahêlin zarok sînor derbas bikin'
Zergê anî ziman, leşkerên ku destûrê nadin zarok sînor derbas bikin piştgiriyê didin DAIŞ'ê û bi lêv kir ku di êrîşên ku pêkhatî de birayek wî jiyana xwe ji dest daye û gelek xizmên wan ê birîndar niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Pîrsûsê tên tedawî kirin. Zergê got: " Niha lingek min li nexweşxanê û lingek min jî li ber sînor e." Zergê li hember qetlîamên pêk tê banga mirovahiyê kir ku piştevaniyê bidin gelê Kobanê. Zergê anî ziman ku ew bi telefonê bi xizmên xwe yên li Kobanê re axiviye û gotin ku pêvçûn didome û wiha pê de çû: "Hê êrîş didome. Li ber çavên min xizmên min hatin qetilkirin. Di nûçeyan de tên gotin ku hêjmara miriyan kêm in, lê ev ne rast e lewre ez li gelek malbatan geriyam, ji wan kêm kes xwe rizgar kirine."
'Kurê min di nava DAIŞ'ê de bi tena serê xwe ye'
Şemsixan Dengbêj ya ku li ber sînor bi saetan nobetê digre û bi telefonê kurê xwe ya li Kobanê bi tenê maye re dipeyive, diyar kir ku kurê wî bi tenê li mal maye û jê re gotiye ku çeteyên DAIŞ'ê gelek nêzî wî bûne. Şemsixan got: "Kurê min bi tena serê xwe ye û ji tirsan newêre ronahiyê vebike. Her dem bi min re li ser telefonê dipeyive. Telefona xwe nagre em gelek ditirsin."
'Bi taybet êrîşê jinan kirin'
Şemsixan anî ziman ku piştî êrîşê ew bi rêyên zehmet sînor derbaskirine û wiha got: "Me kêliyên gelek giran jiya. Serê jinan jêkirin û bi taybet êrîş birin ser jinan. Çete gundên ku ketine bi dehan jin dîl girtin. Ji bo ku em canê xwe xilas bikin em hatin ber deriyê sînor lê li vir jî bi saetan em hatin rawastandin. Birîndarên giran li sînor gelek xwîn winde kirin. Me alîkarî ji nas û xizmên xwe xwest. Piştî ku buyer ket rojevê deriyê sînor ji birîndaran re hat vekirin." Şemsixan di dawî de bang li Kobaniyan kir ku vegerin bajêr û wiha got: "Werin em tev bi hevere vegerin û xwedî li axa xwe derkevin."
(rc/ch)