Jinên Ciwan: Divê cîhan li hember êrîşên DAÎŞ'ê bibin yek deng
12:05
JINHA
AMED - Jinên ciwan ên Amedê bertek nîşanî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê ya ser gelê Kobanê hate kirin dan û gotin: "Çeteyên DAÎŞ'ê bi alîkariya Tirkiyê êrîşî gelê Kobanê kiriye. Divê êdî cîhan ji vê re bêje 'raweste' û li hemberî van kiryaran bibin yek deng"
Bertekên li hember êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê ya li Kobanê de her diçe bilind dibe. Jinên ciwan ên Amedê jî li hember rewşê bertekên xwe anîn ziman û dan zanîn ku divê li hember vê hovîtiyê tû kes bêdeng nemînin. Jina ciwan Bahar Oktay jî teqîna li Kobanê şermezar kir û bi lêv kir ku serketinên Kurdan polîtîkayên Tirkiyê vala derxistiye û axaftina xwe wiha domand: "Serkeftina Kobanê, serkeftina hemû gelên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn e. Bi saya vê serkeftinê polîtîkayên li Tirkiyê tê meşandin vala hate derxistin. Ji ber vê jî DAÎŞ û Tirkiye ji bo van serkeftinan bin pê bikin dest bi qirkirinê kirin e. Divê jin, ciwan û hemû gelê Kurd bibin yek li hemberî van qirkirinan dengê xwe bi cîhanê bidin bihîstin. Weke jinek Kurd ez vê qirkirina ser sivîlan hatî kirin şermezar dikim."
'Teqîn li ser gelê sivîl hate kirin'
Nesrin Akgol jî anî ziman ku êrîşên ser Kobanê ya di bin qontrola hêzên YPJ/YPG'ê de tenê ji aliyê Tirkiyê de dikare bê kirin û wiha berdewam kir: "Gumana herî mezin ya teqîna ser sînor Tirkiyeye. Dixwazin bi van êrîşan çavê gel bitirsînin. Ji bo valakirina Kobanê û vala derxistina projeya jiyana nû van êrîşan dikin. Teqîna duh qirkirina sivîlan bû. Êrîş ne li ser hêzên YPJ û YPG'ê bû bi zanebûn hatiye kirin. Di vê mijarê de divê hemû gelê Kurd baldar bin. Ji bo Kobanê çi ji destê me bê em ê bikin."
' Alîkariya Tirkiyê ya DAİŞ'ê re diyar e'
Şîlan Latifeci jî destnîşan kir ku alîkariya Tirkiyê ya DAİŞ'ê diyar re û wiha berdewam kir: "Çeteyên DAÎŞ'ê bi alîkariya Tirkiyê êrîşî sivîlan kiriye. Divê êdî cîhan hemû ji van qirkirinan re bêjin 'raweste' û li hember van kirinan bibin yek deng. Divê hemû mirov li hember van êrîşan baldar bin. Çeteyên DAÎŞ'ê bi kincên sivîl ji aliyê sînorê Tirkiyê de ketine nava Kobanê ev jî nîşanî me dide ku ev qirkirin bi destê Tirkiyê hatiye kirin, lê li gel hemû alîkariyan jî YPJ û YPG dê wan vala derdixinin."
(do-px/zt/ch)