Kampa Havînê ya zarokan dest pê kiriye

14:35

JINHA

AMED - Kampa Havînê ku ji aliyê şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve her sal tê pêkanîn her hefte bi komek nû ya zarokan dewam dike. Zarokên kur û keç ên navbera 9-14 salî ne diçin kampê û li vir gelek atolye û aktîvîte ji bo wan tê ne lidarxistin. Ji ber vê zarok naxwazin kamp bi dawî bibe.

Kampa Havînê ya Zarokan bi serperiştiya Midûrtiya Şaxa Xizmetên Krêş û Zarokan a bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, bi beşdariya 90 zarokan li bajaroka Gezîn a Xarpêtê dest pê kir. Îsal kamp bi drûşma “ji sala 10'an re merheba” tê lidarxistin û 1200 zarokên keç û xort ên navbera 9-14 salî beşdarî vê kampê dibin. Her weha bi guhartina Qanûna Şaredariyên Bajarê Mezin a Amedê re îsal zarokên navçeyan jî beşdarî kampê dibin û her wiha zarokên Şirnexî yên malbatên wan xizan jî tevlî kampê dibin.

'Malbatan zarokên xwe şandin'

“Kampa Havînê ya Zarokan” her hefte dê bi awayekî komî pêşwaziya zarokan bike û dê heta 29'ê Tebaxa 2015'an bidome. Îsal bi tevahî 12 kom dê beşdarî vê kampê bibin. Vê sibê zû zarokên ku wê biçin kampê bi malbatên xwe re hatin Jîngeha Sumerparkê û malbatan zarokên xwe ji vir hinartin.

Zarok dê kampê têr û tesel derbas bikin

Kampa havînê ku ji bo zarok di warê kesane de pêş bikevin û jîr bibin, bi derdora xwe re têkiliyên baş li dar bixin û baweriya cewherî pêk bînin, îsal jî dê xebatên atolyeyê berdewam bikin. Her koma zarokan dê 5 rojan li kampê bin û li vir satranç, lîstikên aqilî, xêzkirina wêne, hunerên destî, muzîk û govendê fêr bibin. Her wiha zarok di çarçoveya xebatên werzîşî de wê turnuvayên werzîşê (basketbol, voleybol û futbolê) bisiklêt, tenîsa maseyê û tenîsa hokeyê bileyîzin.

Li kampê du cihên voleybolê, cîhek futbol û basketbolê hene, her wiha grûbên lîstikê zarokan wê li kampê were diyar kirin.

'Îsal zarokên navçeyan jî wê werin kampê'

Salên borî tenê zarokên li navenda bajêr tevlî kampê dibûn lê îsal cara yekem dê zarokên navçeyan jî başdarî kampê bibinn. Îsal ji Şirnexê jî 60 zarok dê beşdarî kampê bibin û hemû pêdiviyên zarokan jî ji alî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wê were pêşwazî kirin.

'Ekîba tenduristiyê jî amade ye'

Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê girîngiyeke mezin dide pêşketina fîzîkî ya zarokan. Ji ber vê jî lîsteya xwarinê bi destê diyetîsyenan/parêzkaran tê amade kirin. Bi vî awayî rojê 4 dan, taştê, firavîn, xwarina navberê û şîv tê dayin. Her wiha ji bo ewlehiya zarokan her tim ekîbek tenduristiyê jî li kampê amade ye.


'Hedefa îsal 1200 zarok in'

Berpirsê Kampa Havînê ya Zarokan Îsmaîl Atiz, diyar kir ku îsal armanca wan ew e ku 1200 zarok beşdarî kampê bikin û bi 8 atolyeyan pêşketina zîhnî û fîzîkî de alîkariya zarokan bikin.

'Zarok fêrî berpirsyariyê dibin'

Mamosteya zarokan Yaprak Fîlîz, diyar kir ku zarokên ji ber sedemên madî nikaribin biçin geşt û bêhnvedanê, li kampê stresa salane ji ser xwe diavêjin. Yaprak, bal kişand ku bi saya kampê zarok 6 rojan tatîlê dikin û bi atolyeyan fêrî huner û lîstikên cuda jî dibin.

‘ Ez dixwazim her sal werim kampê’


Zarokên ku tevlî kampê bûn jî hest û ramanên xwe yên der barê kampê de anîn ziman û xwestin ku her sal werin vê derê. Yek ji wan zarokan, Dîlan Dondar (11) da zanîn ku dema ew pêşî hatiye kampê bi kelecan bûye û got: "Dema ji dayika xwe dûr ketim ez xemgîn bûm; lê bi hatina vê kampê jî pir kêfxweş im. Li vê derê ez fêrî rêk û pêkiyê bûm, bi leyîstokên cuda hîn bûm. Ez ê tevlî turnuvaya voleybolê jî bibim, heger em bi serkeftî bin wê formayê bidine me.'' Dîlan kêfxweşiya xwe ya hatina kampê jî bi lêv kir û got: '' Ez û hevalên xwe dixwazin her sal werin vê derê"

(rc/ ch)