KJK: Jin bila pêşengtiya berxwedanê bigrin ser milên xwe

15:09

JINHA

BEHDÎNAN - Koordinasyona KJK'ê êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya ser Kobanê şermezar kir û got: "Di serî de jin, divê hemû gelê me li hemû deveran li hember êrîşan, Şoreşa Rojava û nirxên jiyana azad biparêzin. Xwedîderketina mezin a di dema berxwedana Kobanê de hat nîşandan, divê li dijî êrîşan veguhere parastina mezin a serketina Kobanê. Em wek KJK, bang li jinan dikin ku pêşengtiya berxwedanê bigrin ser milên xwe û xwedî li şoreşa jinê derbikevin."

Koordînasyona KJK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê ku di encamê de piraniya wan sivîl zêdeyî 70 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi awayekî tundî şermezar kir. Koordînasyona KJK'ê da zanîn ku hemû hêzên ku tiliya wan di vê êrîşê de hene nalet dikin û got, "Di serî de serê xizmên mirovên di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan û tevahiya gelê Kurd sax be. Ji birîndaran re jî em şîfa dixwazin. Çeteyên DAIŞ'ê yên nikarîn xwe li hemberî azadkirina Girê Spî û tevlîkirina bajêr ya sîstema Xweseriya Demokratîk a gelên Rojava rabigirin, bi êrîşên hovane xwestin tola têkçûna xwe ya mezin, hildin. Ji bo vê jî êrîş li ser Kobanê anî lewre derba herî mezin li vir xwaribûn. Kobanê, li dijî tarîtiya çeteyên DAIŞ'ê, bi berxwedan û serkeftina mezin bû sembolek dîrokî ya jinê, û temsîliyeta nirxên ronî yên mirovahiyê dike."

'Jin û zarok hedef girtine'

Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku rasthatin nîne ku di êrîşên li navenda Kobanê û gundê Berxbotanê de jin û zarok hedef hatine girtin û wiha berdewam kirin: "Di vê êrîşê de xala herî balkêş ew e ku medya Tirk, ji saetên destpêka êrîşan û pê ve îdîa kirin ku çete ji Cerablûsê derbasî Kobanê bûne û hewl dan AKP'ê mafdar nîşan bidin. Manîdar e ku beşek ji çapemeniya Başûrê Kurdistanê jî heman nûçeyan servîs kirin û weşandin. Lê li gorî agahiyên heta niha hatiye bidest xistin dîyar dike ku çeteyên DAİŞ'ê navenda Kobanê hedef girtin û ji Deriyê Sînor a Mûrşîtpinarê derbas bûne. Ev yek, tifaqa qirêj a di navbera AKP û DAIŞ'ê de careke din radixe pêş çavan. Dewleta hikûmeta AKP'ê û hêzên çekdar ên di bin fermana wan de, ku beriya serketina YPG/YPJ'ê ya li Girê Spî, bi çeteyên DAIŞ'ê re nehiştin gelê sivîl derbasî Tirkiyeyê bibin, vê carê çete bi wesayîtên bombebarkirî re di sînor re derbas kirine û çete parastine.

KJK, bi zimanek tund AKP hişyar kir û got: ''Divê AKP zanibe ku encamên vê tifaqa qirêj wê gelekî giran be. Eger bawer dikin ku têkoşîna azadiya gelê Kurd bi teqandina bombeyên li Amed, Kobanê, Qamişlo bê astengkirin, encax xwe bixapînin. Berxwedana gelê Kurd, tybetî jî jinên Kurd, ku ev 40 sal in ji bo azadiya xwe bedêlên giran didin, wê tû carî neyê şikandin. Ji ber ku di cewhera vê berxwedanê de dilsoziyek bê dawî ya azadiyê, vîneke mezin, ruhên fedaî û baweriyek zexm hene''

KJK destnîşan kir ku AKP li gel pejirandina vê rastiyê, di polîtîqayên tûnekirin û înkarê de israr dike lê wê windahiyên mezin bidin. KJK bal kişand ku AKP di nava lîstikek xetere de ye û tevahiya gelên Tirkiyeyê wê bikişîne kaosek mezin û wiha berdewam kirin: '' Divê gelên Tirkiyeyê li hember vê bi hişyar bin, bi lezgînî li dijî vê derkevin û li hemberî faşîzmê Neteweya Demokratîk biparêzin.'' KJK daxuyaniya xwe bi bangawaziyek giştî domand û wiha got: ''Di serî de jin, tevahiya gelê me divê li her derê berxwedana xwe mezin bikin û Şoreşa Rojava û nirxên jiyana azad biparêzin ku ev tifaqa qirêj vala were derxistin.''

(zt/ch)