Jinên Kurd ji bo Zeynep Celaliyan azadiyê dixwazin

15:11

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Zeynep Celaliyan a li Îranê girtiye jinên Kurd li Munîhê çalakî pêk anîn.

Jinên Kurd ên li bajarê Munîh a Elmanyayê dijîn, ji bo Zeynep Celaliyan ku li Îranê bi sedema endama PJAK’ê ye hatiye girtin, çalakî pêk anîn. Jinan Sefaretxaneya Îranê protesto kirin û maseya agahdarkirinê ya 'Parîenplatz' vekirin, îmze berhevkirin û belavok belav kirin.

Jinan çelenga reş danîn ber Sefaretxaneya Îranê, îmzeyên xwe radestî nûneran kirin û di çalakiyê de bê navber dirûşmên, "Em hemû Zeynep Celaliyan in", "Jin jiyan Azadî" berz kirin.

(zt/ch)