Li ser sînor zarokek ji bêavî jiyana xwe ji dest da

15:28

JINHA

RIHA - Li hember çeteyên DAÎŞ'ê operasona hêzên YPG/YPJ'ê berdewam dike. Sivîlên ku derbasî aliyê Pirsusê dibin jî ji aliyê leşkerên tirk ve tên asteng kirin. Piranî kes jî li ser sînor jiyana xwe ji dest didin û cenazeyên wan di nava betaniyan de tê pêçan. Zarokek jî ji bêavî jiyana xwe ji dest da.

Li Kobanê operasyona hêzên YPG/YPJ'ê ya li hember çeteyên DAÎŞ'ê berdewam dike, li gorî agahiyên despêkê 30 çete hatine kuştin. Li aliyê din, bi sedan welatiyên Kobanê yên ser sînorin û dixwazin derbasî Pirsusê bibin ji aliyê leşkerên tirk ve tên asteng kirin. Welatiyên Pirsusê jî li gundê Etmanekê heya serê sibê nobet girtin. Parlementerên HDP'ê yên Rihayê Osman Badyemir û Dilek Ocalan jî beşdarî çalakiya gundiyan a nobetê bûn.

'Bila miriyan bigirin, deruniya zarokan xira dibe'

Bi alîkariya malbatê bi telefonê me xwe gihand Yazê Xelil ya 19 salî ya ku li Kobanê ye. Yazê diyar kir ku ji duh serê sibê heya niha ew li ser sînorin li gel ku birîndar hene jî nahêlin ew derbas bibin. Yazê destnîşan kir ku li ser sînor duh bi şev zarokek 3 salî ji tîna û birçîna jiyana xwe ji dest da. Yazê anî ziman ku bavê wê û birayê wê li ser sînor birînbûn ji ber pir xwîn winda kirin jiyana xwe ji dest dan û got: "Li gel me gelek mirovên jiyana xwe ji dest dane hene. Ev der gelek germ e. Kesên jiyana xwe ji dest dane di nava betaniyan de dipêçin. Daxwaza me ew e ku tenê bila miriyan bigirin, deruniya zarokan xira dibe."

'Şer berdewam dike'

Li ser sînor dengê şerê li Kobanê berdewam dike tê bihîstin. Li 3 noxteyên Kobanê de dengê çekan pir tê, li ser sînor jî tevgera leşkerên tirk balê dikişîne.

Tedawiya birîndaran li Nexweşxana Dewletê ya Pirsusê didome. Ji ber her ku diçe rewşa birîndaran giran dibe, bişîk banga şêwirmendiyê dikin. Birîndarên rewşa wan giran sewqî nexweşxaneyên Rihayê tên kirin. Ji ber hemû odeyên nexweşxanê tijî bûne, birîndar li ser betaniyan tê tedawî kirin. Li gor agahiyên dawî hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane 73 ye.


(zt/ch)