YPJ/YPG'ê 80 sivîlên ku çeteyên DAÎŞ'ê revandibûn rizgar kirin

16:00

JINHA

KOBANÊ – Şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya operesyona paqijkirina Kobanê ya ji çeteyên DAIŞ’ê 80 welatiyên sivîl ku çeteyan revandibûn û wek mertal bi kar dianîn rizgar kirin.

Li Kobanê şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya opersyona paqijkirina Kobanê de 80 welatiyên sivîl ku çeteyan DAIŞ’ê wan wek mertal bi kar dianîn rizgar kirin. Kesên sivîl dema çete êrîş bi ser Kobanê dabûn ji taxên Şehîd Moro, Mektelê û Kaniya Kurdan ji bo wek mertalên zindî werin bi kar anîn ji alî çeteyên DAİŞ' ê ve hatibûn revandin. Hêzên YPJ/YPG’ê sivîlên ku piraniya wan jin û zarok bûn niha gihandin cihekî bi ewle.

Opersyona paqijkirina Kobanê ku hêzên YPJ/ YPG’ê dane destpêkirin, li taxên Şehîd Moro, Mektelê û Kaniya Kurdan berdewam dike, ji ber ku çete sivîlan di van taxan de wekî mertal bi kar tînin. Hêzên YPJ/YPG’ê ji bo parastina sivîlan operasyon bi baldarî dide meşandin.

(zt/ch)