Ji êrîşên DAİŞ'ê ya jiyana xwe ji dest dane 120 kes hatin definkirin
16:39
JINHA
KOBANÊ/RIHA – Ji welatiyên ku di êrîşa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê de hatine qetilkirin, cenazeyên 120 kesan li Kobanê hatin definkirin. Ji birîndarên anîne Rihayê jî 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane 3 jê li Pirsusê hatin veşartin.
Kesên ku di êrîşên çeteyên DAİŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane hejmara wan gihîşt 152' an. Ji van 120 kes li Kobanê hate defin kirin. Cenazeyên şehîdan ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan, xizmên welatiyên ku hatine qetilkirin û şêniyên bajêr ve li 72 goristana Rojavayê bajêr û 48 jî li gundê Helincê hatin definkirin.
Ji welatiyên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane û li nexweşxaneyên cuda yên Rihayê de tedawiyê dibînin jî heta niha 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê Muhammed Elud ê 60 salî, Rîma Mihemed Cuha yê 35 salî û Merwan Bekir Osmanê 13 salî ji Nexweşxana Dewletê ya Prisusê girtin û li Şehîdgeha Kobanê ya Pirsusê sipartin axê. Cenazeyên her sê sivîlan ji ber ku li Kobanê şer hê didome li Pirsûsê li Şehîdgeha Kobanê de hate veşartin. Di merasîma cenazeyan de bê navber dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Berxwedana Kobanê" hate berz kirin.
(zt/ch)