Şervana YPJ'ê Arîfe Unvar ji alî jinan ve hate oxir kirin
16:48
JINHA
MÊRDÎN - Cenazeyê şervana YPJ'ê Arîfe Unvar (Hêlîn Bagok) ya ku di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê jinan ve li Midyadê hate defin kirin.
Şervana YPJ'ê Arîfe Unvar (Hêlîn Bagok) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de li Kantona Cizîrê jiyana xwe ji dest da li gundê Selhê ya girêdayî navçeya Mêrdînê ya Midyadê ye ji alî jinan ve hate definkirin. Cenazeya şervana YPJ'ê Arîfe piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopî pêk hat radestî malbata wê hat kirin. Cenazeya Arîfe bi konvoyekê ber bi gundê Selhê ve bi rê ket. Cenaze di ketina gund de ji hêla welatiyan ve bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana YPJ'ê" pêşwazî kirin. Jinan piştre cenazeya Arîfe li ser milên xwe kirin û heta mala ku lê hatiye dinê meşiyan. Malbatê bi gotina "Tu bi xêr hat mala xwe" cenazeya Arîfe hembêz kirin.
Piştî merasîma definkirinê Hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan got ku di van demên dawî de êrîşên li hemberî Rojava zêde bûne û wiha axivî: "Ciwanên Kurd xwedî li xaka xwe derketin. Di şer de gelek ciwan jiyana xwe ji dest da." Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî destnîşan kir ku barê têkoşîna azadiyê li ser milên jin û ciwanan e.
(zt/ch)