Dayîkên Aşitiyê êrîşên li ser Kobanê şermezar kirin

17:02

JINHA

AMED - Dayîkên Aşitiyê yên ku êrîşên li ser Kobanê pêk tê şermezar kirin û gotin: "Tû dîn û bawerî nikare vê hovîtiyê vebêje. Dewleta Tirkiye û Hikumeta AKP'ê ev dijminê mirovahiyê DAÎŞ'ê li serê Kurdan kiriye bela lê wê di nava xwîna rijandî de bifetisin."

Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Amedê qetlîama di 25'ê Pûşberê de ya ji alî çeteyên DAIŞ'ê ve li Kobanê pêk hat û di encama qetlîamê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da bi daxuyaniyek çapemeniyê şermezar kir. Daxuyanî li avahiya Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê hat dayîn. Daxuyaniyê li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Emîne Denîz xwend û diyar kir ku ew qetlîama li Kobanê pêk hatî şermezar dikin, ji birîndaran re şifa û ji malbatên şehîdan re jî sersaxiyê dixwazin. Emîne destnîşan kir ku tu ol û nifş vê hovîtiyê napejirîne û wiha got: " Kesên ku bêje ez mirov im, divê xwedî wijdan be û li hemberî vê hovîtiyê rabin ser piyan" Emîne da zanîn ku ev çeteyên hov tenê li serê Kurdan kirine bela û wiha berdewam kir: "Me tu remezan bi dilek xweş derbas nekiriye û her tim Erdogan qetlîamê li ser me pêk aniye." Emîne destnîşan kir ku DAIŞ bi destê Erdogan ava bûye û di Tirkiyê re derbasî Rojava dibe.

Di dawiya daxuyaniyê de Emîne bang li her kesî kir ku li hember van qirkirinan bêdeng nemînin û got: ''Ne di nexweşxaneyan de cihê nexweşê me mane û ne jî di nava goristanan de cihê miriyên me mane. Em bawerin ku kesên xwîn direjînin dê di nava xwînê de bifetisin û YPG û YPJ wê her nefesek ji wan re bikin îskence. Bila her kes li hember van qetlîaman bi hestiyar bin.''

(zt/ ch)