Jinan Şervana YPJ'ê Aysel, ber bi bêdawiyê ve oxir kirin
17:51
JINHA
COLEMÊRG – Cenazeyê Şervana YPJ’ê Aysel Engîn (Gulan Hekarî) a ku li bajaroka Silûkê ya Girê Spî di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li Colemêrgê bi beşdariya deh hezaran kesan û li ser milê jinan hat oxirkirin.
Cenazeyê Şervana YPJ’ê Aysel Engin (Gulan Hekarî) a ku li bajaroka Silûkê ya Girê Spî di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da li Colemêrgê bi beşdariya deh hezaran welatiyan li ser milê jinan hat definkirin. Cenazeya Şervana YPJ’ê Aysel li ber xwaringeheke ku nêzîkê navenda bajêr ji aliyê konvoyek ku bi sedan wesayîtan pêk dihat bi tililî û dirûşmeya “Bijî berxwedana YPJ’ê” hat pêşwazîkirin. Bi sedan welatî ku piranî jin di ketina bajêr de bi alên PKK, KCK’ê û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan cenaze pêşwazî kirin. Cenazeyê Aysel pişt re birin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û li ber nexweşxaneyê jî bi hezaran welatiyan cenaze bi dirûşmeya “Şehîd namirin” pêşwazî kirin. Cenazeyê Aysel pişt re ji nexweşxaneyê hat wergirtin û ber bi Şehîdgeha Serê Solan ve birin. Di wê demê de esnafên bajar jî dikanên xwe girtin û tevlî merasîma cenazê bûn. Ligel deh hezaran welatiyan ji gundên derdorê jî gelek kes, hevşaredarên Colemêrgê, endamên saziyên sivîl ên civakî û MEYA-DER'ê jî di merasîmê de amade bûn. Piştî vecîbeyên olî û xwendina duayan cenazeyê Aysel hat definkirin. Piştî karên definkirinê bi dawî bûn rêzgirtin pêk hat.
Hevseroka MEYA-DER’ê Şukran Gezer di merasîmê de axivî û diyar kir ku ew ê bi hêza jinan têkoşînan Aysel û rêhevalên wê bilind bikin.
Birayê Aysel, Hekîm Engîn jî diyar kir ku ew hem kêfxweş in û hem jî xemgîn in û wiha got: “Ji ber ku Aysel û rêhevalên wê Kurdistan ji çeteyên DAIŞ’ê re kirin goristan û Girê Spî rizgar bû em di şahiyê de ne. Lê ji ber ku rêhevalek me ji nav me çû em xemgîn in.”
Piştî axaftinan girse, derbasî Mala Şînê ya li ber avahiya DBP’ê hat danîn beşdar bûn.
(zt/ch)