Gel li gor derfetên xwe alîkarî dişînin sinora Kobanê

18:12

JINHA

RIHA - Di saetên serê sibê de zarokek 3 salî li ser sinora Kobanê ji ber bêavî jiyana xwe ji dest da. Piştî wê hema welatiyên Rihayê ketin nava tevgerê û li gor derfetên xwe tiştên xwarinê kom kirin û şandin aliyê dinê ya sînor. Welatiyên nobeta sînor digirin ji bo alîkarî ji Kobanê re biçe daxwaza baldariyê li raya giştî re kirin.

Li bendêmayîna welatiyên Kobanê ser sînor ya li herêma mayînkirî berdewam dike. Di vê bendemayinê de serê sibê zarokek 3 salî ji tînan jiyana xwe ji dest da. Piştî vê welatiyên li gundê Etmanek a girêdayî Pirsus a Rihayê ye li gorî derfetên xwe tiştên xwarin û vexwarinê kom dikin û derbasî aliyê din a sînor dikin. Welatî li gorî derfetên xwe tiştên xwarinê yên weke av, zebeş, nan û penîr komdikin û dişînin. Welatiyan ji bo Kobaniyên û pêdiviya wan bi alîkariyê heye, komkirina pêdiviyan banga alîkariyê li raya giştî kirin. Li ser zebeşên hatin şandin welatiyên Kobanê bi tîpên Erebî heskirinên xwe ji bo welatiyên Kobanê re anîn ziman.

Li aliyê din leşker ji ber ku dixwazin welatiyan asteng bikin hijmara TOMA û wesayîtên zirxî zêde dikin.

(zd-ny/zt/ch)