Fermandara YPJ'ê: Di demek kin de çete wê ji Kobanê bê avêtin

18:18

JINHA

KOBANÊ - Fermandara YPJ'ê Sorxwîn Kobanê, êrîşên çeteyên DAİŞ'ê yên ser Kobanê nirxand û got: "Niha di her derê çete hesabê wê êrîşa nemerdane didin. Wê çete di demeke kin de ji Kobanê bên derxistin."

Çeteyên DAIŞ’ê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin û di deriyê sînor ê Murşîtpinar re êrîşî Kobanê kirin, li Başûr, Başûrê Rojhilat û Başûrê Rojavayê bajêr jî bi dizî ketin hin nuqteyên bajêr û komkujiya sivîlan pêk anîn. Şervanên YPG/YPJ’ê yên bersivek tund dan êrîşên çeteyan ji bilî lîseya Kobanê û taxa Şehîd Moro tevahî nuqteyên din ji çeteyan hate paqij kirin. Destê sibê dema şervanên YPG/YPJ’ê ji nû ve li hember çeteyan operasyon dan destpêkirin çeteyan ji Rojavayê bajêr ketin nav hewldana êrîşek nû. Yek ji fermandarên YPJ’ê Sorxwîn Kobanê ragihand ku bersivek tund dane êrîşa li xeta Şêxler a eniya Rojava û şer li sê nuqteyan rû dane.

'Sivîl hatin azadkirin'

Sorxwîn Kobanê diyar kir li navenda bajêr jî ji destê sibê ve operasyon dane destpêkirin û got, “Heta vê kêliyê li sê nuqteyên eniya rojava û li Mekteba Reş, li Kaniya Kurdan, li Şehîd Moro û li lîseya Kobanê şer û pevçûn didomin.” Sorxwîn Kobanê da diyarkirin ku 80 sîvîlên di destê çeteyên DAIŞ’ê de wek mertal bikar dianîn li herêma Kaniya Kurda di operasyonekê de hatine rizgarkirin.

Sorxwîn Kobanê axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Çete hesabê vê êrîşa nemerd niha li her cihî didin. Çete wê di demeke kurt de ji Kobanê bê avêtin.”

(zt/ch)