Êrîşa li ser Kobanê li Cizîrê bi meşek hat protesto kirin
10:21
JINHA
ŞIRNEX- Li Cizîrê êrişa çeteyên DAİŞ’ê a li ser Kobanê bi meşek hat şermezar kirin. Bi hezaran kes tevlî meşê bûn û pankartê “Wê gelê kurd hesebê Kobanê bipirse” vekirin.
Li Cizîrê bi armanca şermezar kirina êrêşên çeteyên DAİŞ’ê ser Kobanê meşek hat li darxistin. Parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz, Hevseroka Şaradariya Cizîrê Leyla Îmret, Hevserê DBP’ê Mesut Nar, Hevseroka HDP’ê Zêrîn Arslan, KJA, Kurdî-Der, Meya- Der, Meclisa Dayikên Aşitiyê, gelek saziyên sivîl û bi hezaran kes tevlî meşê bûn. Di meşê de jinan pankartê “Wê gelê kurd hesebê Kobanê bipirse” vekir girseyê alê PKK’ê û posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakirin û bê navber durêşmên “Kurdistan wê DAİŞ’ê re bibe goristan”, “Kujer DAİŞ e hevkarê dewlet ê ye” “ Bijî berxwedana Kobanê” hatin berz kirin. Meş li mala Gel a Cudî despê kir û heya ber avahiya HDP’ê ya navçeyê dewam kir. Li vê derê piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşînê hevserokê DBP’ê Mesut Nar axivî û diyar kir ku ev êrîş peyamek mezin daye wan û wiha got: ” Me vê peyamê sitand ev peyam ji me re dibêje ku heya serokê gelê kurd di wê giravê de be gelek kurd divê li ser piyan be. Ev êrîş li fikir û ramanê Rêber Apo hatine kirin em qebul nakin ji îro pê de em ji bilî azadiya rêber Apo tu tiştî qebul nakin.”
‘Serkeftina gelê kurd li zora wan çû’
Piştî Mesut hevseroka Şaradariya Cizîrê Leyla Îmret axivî. Leyla ji ber tevlîbûna gel a xurt sipasiya xwe anî ziman û got ku ew rojên wan him bi serkeftinê him jî bi êş û elem derbas dibin û wiha axivî:” Dijminê Kurdan Serkeftina 7’ê Hezîranê, serkeftina li Girê Sipî qebûl nakin loma li ser birêz Ocalan tecrîdê didin meşadin û erîşî Kobanê kirin.” Leyla got ku her diçe yekîtiya gelê Kurd xurt dibe û wiha dawî li gotinê xwe anî: ” Em bi hêvîne ev tifaqa gelê Kurd bibe sedama aşitiyê. Tenê yek daxwaza me heye ew jî azadiya Rêber Apo û gelan e”
‘Em wan baş nasdikin’
Herî dawî parlementerê HDP ‘ê Faysal Sariyildiz axivî. Feysal diyar kir ku êrîşa li ser Kobanê êrîşa herî bê ahlakî bû û wiha got: ” Di nava kesê hatî qetil kirin de zarok û kal jî hebûn ne tenê gelê Kurd hat qetil kirin kesê ku ji vê erîşê re zemîn amede kirî em şermezar dikin. Xwestin di şexsê zarokên Kobanê de êrîşê azadiya Rojhilata navîn bikin.” Faysal got ku ew ji her demê xurtirin û emanatê mirovatiyê ew di parêzin û bi serê zarokê gelê Kurd sond xwar û got ku wê êdî gelê kurd bindestîyê qebul neke. Faysal desnişan kir ku ew kesê ku gotine” YPG ji DAİŞ’ê xetertire” baş nas dikin û wiha got:” Zarokên kurdan wan baş nas dikin em soz didin wan emê wan poşmanî van gotina bikin."
(ma/rc)