Kobaniyên ku ji hovîtiya çeteyan rizgarbûne rastî astengiya leşkeran tên

11:07

Zehra Dogan-Nurcan Yalçın/JINHA

JINHA

RIHA - Astengkirina sivîlên ku dixwezin derbasî Pîrsûsê bibin didome û li ber sînor hêjmara kesên ku jiyana xwe her ku diçe zêdetir dibe. Malbatên ku li sînor tên rawestandin diyar kirin ku zarokên wan ji duh ve tihên û birçî tên rawestandin. Her wiha malbatan anî ziman ku hêzên YPG û YPJ'ê sivîlên ku çete dîlgirtibû rizgarkirine.

Bi sedan Kobaniyên ku dixwezin derbasî Pîrsûsê bibin rastî astengiyên leşkerên Tirk tên. Hinek malbat karîn xwe li têlên sînor bidin û derbasbibin lê gelek malbatên ku li aliyê sînorê din her ku diçe hawara wan bilind dibe. Zelê Nebo û Salîh Karwan anîn ziman ku di êrîşê de sê zarok û bûk wan hatine qetilkirin û zarokek wan jî agahî jê nagrin. Malbatê got: "Zarokên me mirin, yên ku ji mirinê rizgarbûne rastî astengiyên leşkeran tên. Li ber sînor têhin û birçî nahêlin derbasbibin lê bila bihêlin ku em avê bidin wan."

'Serê bûka min jêkirin, lîrayê di berîka wê de jî birin'

Zelê bi lêvkir ku cenazeyê bûka wan li ber sînor tê rawestandin û wiha got: "Neviyê min ya bi çûk li ber serê wê digrî derûniya wî xirab bûye. Li ser wê lîrayek hebû wê jî birine. Serê bûka min jêkirine. Kurek min jî di vê rêyê de şehîd ket. Piranî xweşk û birayên min tevlî YPG/YPJ'ê bûn. Me canê xwe kir oxirê vê rêyê." Zelê got zarokên ku li ber sînor tên rawestandin temenê wan di navbera 3,6,10'an de ne. Zelê diyar kir ku ew berê jî hatibûn Pîrsûsê lê piştî rizgarbûnê ew derbasbibûn. Zelê got. "Dema Kobanê hat rizgarkirin bi kêfxweşiyek mezin me berê xwe da bajarê xwe. Zarokên me wê rojê wek cejnê pêşwazî kiribûn. Lê niha rojên herî zehmet li ber dijîn. Min rojî girt û dua kir, dibe ku xwedê duayên min bipejrîne û zarokên min rizgarbike."

'Dîl hene'

Zelê anî ziman ku kurek wê ji aliyê çeteyan ve hatî dîlgirtin û wiha got: "Em tu agahî jê nagrin, çi bi serê wî hatiye ne hatiye em nizanin. Tê gotin ku gelek dîl di destê çeteyan de li Kobanê hene." Zelê destnîşan kir ku keçek wê jî li Şengalê li hember çeteyan li berxwe dide û wiha pêde çû: "Bila destê xwe ji Kobanê û Kurdan vekşînin. Ev ne tu jiyane. Çi bi serê kurê min jî hatî ez wê jî nizanim."

'Kêm maye zarok bimirin'

Yazê Yesîn jî bi lêvkir ku du zarokên wê yek 3 û ya din jî 5 salî ne li ba wêne û got: "Bi carek ve çi bû min nezanî. Ez bi tev hemû hêzê xwe bezîm û derbasî bakûr bûm." Yazê diyar kir ku xizmên wê alîkarî dane û zarok anîne ber sînor û got: "Şevê din zarokên min li ber sermê raketibûn. Niha jî li ber tavê havînê ne. Hinek zarok ji ber bê aviyê hindik mane bimrin. Çend gav ji me wêdetirin lê em nikarin alîkarî bidin wan zarokan. Ez dixwezim derbasî wî alî bibim lê min nahêlin. Dest û piyê min girêdayî ez tenê li hawara wan gudar dikim nikarim tiştek bikim."

'Cenazeyê birayê min li wî aliyê sînore'

Xezal Bişo ya 70 salî neçar maye birayê xwe ya ku jiyana xwe ji dest daye li wî aliyê sînor bihêle got: "Birayê min ji bo ku min biparêze xwe kir mertal li ber guleyan. Heya ber xeta sînor jî bi min re hat. Ew mir ez jî hatim vir. Niha em bendê derbasbûna cenazeyê wîne. Cenazeyê wî nadin me." Salîha Alî a 70 salî jî got ku hevser û hemû zarokên wê tevî YPG/YPJ'ê şerdikin û diyar kir ku ji nava malbatê tenê ew maye. Salîha got buyerên hatine jîn ewê tu caran ji bîrneke û wiha pêde çû: "Ketin gund û herkesî qetilkirin."