Dayîkên Şemiyê vê heftê aqubeta Abdullah Duşkun pirsî
11:34
JINHA
ŞIRNEX- Li Cizîrê Dayikê Şemiyê di hefteya 340 emin de aqubeta Abdullah Duşkunê ku di sala 1994’de piştî hatî binçav kirin hatî qetil kirin pirsîn. Dayikê şemiyê daxwaza edaletê kirin û êrîşên li ser Kobanê şermazar kirin.
Dayikê Şemiyê ku her hefte bi armanca aqubeta xizmên xwe yê ku di salî notî de bi aweyekî failên wan nediyar hatin kuştin bipirsin çalakî pêk anîn. Dayikê şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 340’min pêk anîn û aqubeta Abdullah Duşkunê ku di sala 1994’de piştî ku li Cizîrê li mala xwe tê binçav kirin û tê kuştin pirsîn. Meya–Der, Kurdî- Der, Meclisa Dayikên Aşitiyê jî piştgirî dan çalakiya Dayikên Şemiyê ku li kolana Hûnerê pêk hat. Di çalakiyê de albûma wendahiyan hat vekirin û daykê şemiyê wêneyên xizmên xwe rakirin. Rêvebirê MEYA-DER’ê Weysî Durgut di derbarê wendakirina Abdullah Duşkun de agahî da û got ku ji ber ku gundê Abdullah hatî şewitandin ji navçeya Şirnex’ê koçî Cizîrê dikin. Weysî da zanîn kesên ku cilên wan sivîl davêjin ser mala Abdullah û piştî kontraola nasmayên kesê malê Abdullah digrin û piştî 3-4 rojan li ser rêya gundê Nisêbînê bi navê Girefş tê dîtin.
‘Qetilama li Kobanê qetlima li hember mirovatiyê ye’
Piştî Weysî nunerê İHD’ê Abulkerim Pusat jî axivî û da zanîn ku heya niha tevî hemu hewildanên malbata Abdullah jî tu bersiv ji wan re nehatiye dayîn û kesên ku wî kuştine ne hatine ceza kirin. Abdulkerim balê kişand ser êrîşên hovane yên DAİŞ’ê di demê dawî de pêk anî û wiha got: ” Ev du salin vê çeteyên DAIŞ'ê li Rojhilata Navîn kirinên qirêj dikin. Qetilama li Kobanê qetilama li hember mirovatiyê ye.” Abulkerîm kesên dibêjin ‘Ez misilimanim’ rexne kir û wiha pirsî: ” Çima hûn li hember van êrîşan bêdeng dimîn.” Abdullkerim li ser pêvajoya aşitiyê jî nirxand û got ku ji bi carek ve mirov nemirin pêwiste pêvajo bi dome” Abdulkerim herî dawî behsa rewşa girtiyên nexweş kir û desnişan kir ku her roj girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin û pêwiste parlement demildest bikeve nav tevgerê.
Piştî axaftinan 5 deke çalakiya runiştinê pêk hat
(ma/rc)