Jin ji bo dawîbûna qirkirinên li ser jinan zagonê dixwazin

12:21

Bêrîtan Canozer/JINHA

AMED - Piştî hilbijartinê li aliyekî senaryoyên koalisyon û hilbijartina pêşwext tê nîqaşkirin, li aliyê din jinên ciwan dixwazin ku parlementer sozên xwe yên di pêvajoya hilbijartinê de dayîn ji bîr nekin. Jinên ku daxwaza wan ya pêşikî dawî li komkujiyên jinan hatine û dixwazên xwe yên ku biryarên dadgehê yên mêr derdixe paqijiyê ji holê rabin û di vê dorhêlê de zagon werin rêkûpêkirin, sererastkirinên ji qada perwerdehiyê heta xizantiyê, heta çareserkirina bêkariyê anîn ziman.

Piştî hilbbijartinên 7’ê Hezîranê çar partiyan benda ji sedî 10 derbas kir û ketin meclîsê. Parlementer yek bi yek derketin ser kûrsî û sond xwarin, heyama 25. A zagonandinê destpê kir. Lê piştî hilbijartinê pirsên ku herî zede hatî pirsîn,‘gelo dê koalisyon çêbe?’ , ‘gelo dê hilbijartina pêşwext çêbe?’ bûn. Ligel nîqaşên partiyên siyasî yên mîna ‘’xetên sor’’ , ‘’hilbijartina ji nû ve’’ , daxwazên gel çi ne? Me ji jinên ciwan pirsî ka di vê heyama nû de çi dixwazin. Daxwaza hevpar a hemû jinan ew bû ku komkujiyên li ser jinê bên rawestandin.

‘Bila komkujiyên li ser jinê bên rawestandin’

Ji jinên ciwan a ku li Amedê di cafeyekê de dixebite Denîz Altûn, derbirand ku hêvî dikin partî û parlementerên hatine hilbijartin sozên xwe yên dayî ji bîr nekin û daxwazan wan ji parlementeran ew e ku ji niha û pê de xebatên ku komkujiyên li ser jinê bene rawestandin bimeşînin. Denîz ev anîne ziman; ‘’divê ji niha û pê de li Meclîsê bibin dest û lingên jinan. Li cihê ku me nekarî denge xwe bidin bihistandin, divê ew bibin denge me. Jin, li her derî tên çewisandin û rastî ferkirinên hişmendiya mêrzatiyê tên. Em li hember kuştinên jinan an jî tundiya li hemberî jinê tên meşandin, daxuyaniyan didin, lê ev nebes in. Divê sererastkirinên rast ên zagonî û cezayên pêximker çêbikin. Hinek parlementerên me yên berîya hilbijartinê gotibûn ku ji bo pêşîlêgirtina van komkujiyan ew ê biçin Meclîsê, hebûn. Em hêvîdar in ku parlementerên me sozên dayî ji bîr nekin.’’

‘Ez naxwazim dema ku ez di kolanê de dimeşim, dilbitirs bimeşim’

Denîz anî ziman ku bi taybetî divê ji jinên ku dixebitin û dixwazin li ser lingên xwe bisekinin bene destekirin û got: ‘’Divê ji bo jinên ciwan zêdetir qadên xebatê bên vekirin. Gelek xwendekarên zanîngehê yên ku dixwazin bixebitin lê ji bo ku karekî baş nabînin naxebitin hene. Mixabin hemû ciwanên welêt dewlemend nîn in û ji bo destek bidin malbatên xwe lêçûnên dibistana xwe ew bi xwe peyda dikin. Di vê wateyê de divê hem ji bo jinan hem ji bo mêran di heyama xwendekariyê de bên destekirin. Bi rastî ez weke jinekê di nava rojê de dema derdikevim derve, naxwazim bi diltirs bimeşim. Ez naxwazim bi gumana ku dê yek ji derekî ve êrîş bike, bitirsim. Bi sedan jinên weke min difikirin hene. Ji bo ku jin li kolanê, li malê, li kargeha dixebite hîn bêtir azad bibin, divê hê zêdetir ji mafê jinan re giringî bê dayîn.

‘Em di pergala perwerdehiyê de guhertinan dixwazin’

Hatîce Dag a weke jinên ciwan ji parlementeran û ji pergala ku dê nû çêbe bendewariyên xwe anî ziman û got, ‘’Ez weke jineke ciwan, ji xebatên HDP’ê yên meclîsê yên ji niha û pê de bawer im ku dê bi taybetî hişmendî û zimanê feodal ê li ser jinên ciwan bişkîne. Ez bawer dikim weke ku soz dayî me li qada Kurdistan û Tirkiyê modela jina azad pêk bîne. HDP'ê weke partiyeke ku hîn zêdetir jin li meclîsê dane qezençkirin, ji xwe giringiya dide jinê raber kiriye. Nemaze jî em li bendê ne ku, tune hesibandina jinê a di pergala perwerdehiyê de, di guhertina dawî a perwerdehiyê de derve hiştina nêzî 36 hezan xwendekarên jin bê berçavgirtin û ji bo di pergala perwerdehiyê de guhertin bên kirin gav bên avêtin.‘’

‘Em naxwazin li ser milê xwe cenazeye jinên hatî qetilkirin hilgirin’

Hatîce, komkujî û tundiya li hemberî jinê ya di demen dawî de zede bûyî girte dest û anî ziman ku ev ji hêla hişmendiya dewletê ve tên pêkanîn. Hatîce anî ziman ku, ji bo dawî lê anîna her cure tundiya li ser jinê çareserî bê pêşxistin û derbirand ku, ‘’Em êdî naxwazin li ser milê xwe cenazeyên jinên ku ji aliye hevjînê wwê yan jî malbata wê ve hatî qetilkirin hilgirin. Em makezagoneke ku bi wê jin bêhneke rehet bistînin, destwerdana jiyana wan neye kirin, dixwazin. Em darazgeriyeke ku ji kujerên jinan re bi hinceta ‘nefsî mudafa’ berat dide naxwazin û em dibêjin ku divê yên ji niha û pê de jî ji bo vê çi pêwîst be bikin. Bi taybetî karkeriya zarokan her roja ku diçe li Herêmê zêdetir dibe. Zarok, li şuna ku biçin dibistanê, li kolanan parsekiyê dikin û bi firotina destmalan hewldidin ji xwe re pere qezenç bikin. Ji bo pêşîlêgirtina vê jî divê xebat bên kirin. Em hêvîdar in ku dê hibijêrên me dengê me bibîhizin û pêwîstiyên wê bikin."

‘Bila ji bo doza gel têkoşîn bikin’

Sabriye Kasab a anî ziman ku sozên heta niha hatî dayîn nehatine girtin û ji bo gelê li vî welatî dijî jiyan her roj zehmetir dibe û derbirand ku ‘’Mezin ên welêt bi gotina ‘Em ji bo gelê xwe li ser vî koltoxî rûddinin’ di qesran de dijîn lê gelê ku dibêjin em ji bo wan dikin, di sînorê birçîbûnê de dijîn. Zarokên hêj 7-8 salî ji ber xizantiyê li kolanan bêyî ewlehiya canê xwe dixebitin. Jin, ji bo bikaribin li mala xwe binerin û debara xwe bikin bê sîgorta dixebitin û diçin paqijiya malan dikin. Kurd, tirk, ermenî ferq nake, her roj rondikê çavê dayikekê li pey zarokê/a wê dibe lehî. Ciwanên ku malbatên wan ji bo xwendin û qezençkirina wan a zanîngehê xwe tî û birçî hiştî, ji bo ku nikarin mesrefên zanîngehê bidin dibistanê berdidin û diçin bajarên cûda dixebitin. Ez bawer im min anî ziman ka ji niha û pê de ez çi dixwazim. Ez parlementer û rayedarên ku ew di qesran de dijîn, 23 hezar mehane distînin naxwazim. Ez siyasetmedarê ku gelê xwe birçî nahêle û ji bo doza gelê xwe têkoşîn dike dixwazim’’

(ss/rc)