Parlementerên Jin yê HDP'ê: Pêwîste em azadiya Abdullah Ocalan mûneqeşe bikin
15:03
JINHA
AMED - Parlementerên Jin yê HDP'a Amedê Çaglar Demîrel û Sîbel Yîgîtalp, banga rabûna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin. Çaglar anî ziman ku, rewşa girtinê Abdullah Ocalan ya li girtîgehê nayê qebûlkirin û pêwîste azadiya Abdullah Ocalan were mûneqeşe kirin.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Tîrmeha 2011'an de bi parêzerên xwe re û ji 5'ê Nîsanê û vir ve jî bi heyeta Îmraliyê re hevdîtinê pêk nayî ne. Nûnerên Saziyê civaka sivîl û gel li aliyek bertekên xwe li hember tecrîda li ser Abdullah Ocalan tînin ziman li aliyê din Parlementerên HDP'ê diyar kirin ku rewşa girtinê Abdullah Ocalan ya li girtîgehê nayê qebûlkirin û pêwîste azadiya Abdullah Ocalan were mûneqeşe kirin. Parlementerê HDP'a Amedê Çaglar Demîrel anî ziman ku, Rêberekî ku analîzê dike, pêwîste di girtîgehê de neyê tecrîd kirin û divê pêvajo ji nûve bi giştî were destgirtin.
'Tenê daxweza me azadiya Abdullah Ocalan e'
Çaglar bi bîrxist ku ji 5'ê Nîsanê û vir ve hevdîtinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi heyeta Îmraliyê re nayê kirin û diyar kir ku, ne tenê rewşê gelê Kurd di heman demê de gelê Tirkiyê, Rojhilata Navîn û hemû gelê cîhanê pêwîste bê nirxandin. Çaglar destnîşan kir ku sedemê astengkirina hevdîtin û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hilbijartina 7'ê Hezîranê ye û got: "Astengkirina hevdîtina bi heyetê re tê wateyê tecrîdkirine. Pêwîste ev tecrîda heyî bê rakirin. Ne tenê ji bo ku bi heyetê re hevdîtin çêbibe, ji xwe pêwîste hevdîtin neyên asteng kirin. Pêwîste em azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mûnaqeşe bikin. Eger em hemû qanûnên pêvajoyê heya roja îro binirxînin, rewşa girtina Ocalan ya girtîgehê nayê qebûlkirin. Tenê daxweza me azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e."
'Mutabakayên Dolmabaçeyê rastî bersivê herkesî hat'
Parlementera HDP'a Amedê Sîbel Yîgîtalp, ji bo daxûyaniya ku di 28'ê Sibatê ya Dolmabahçeyê hatî dayîn de li hember vê yekê daxuyaniya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya ku dibêje "Ez rast nabînim" nirxand. Sîbel wiha domkir: "Em dibînin ku têcrîda li hember Bi rêz Abdullah Ocalan bandorek cîddî li ser pêşveçûna siyasetê kiriye û rê li ber ne rihetî şîdet û pêvçûnan vekiriye. Di daxuyaniya Dolmabahçê de mûtabaqeyek ku ji deh maddeyan pêktê heye. Dema ku em van mûtabaqatan dixwînin em dibînin ku di mûtabeqeyê de zagonên bingehîn yên dewletê avadikin, pirsgirêkê nasnemeyî ya welatek çareser dike, nasnameyê welatiyê azad avadike û xwedî zimanek aşîtiyane ye."
Sîbel da zanîn ku dema ku daxûyanî hat dayîn ji hemû kesimên civakî bersiv hat dayîn û wiha pêde çû: "Ji ber ku mûtebaqeyekî ku Kurdan, Êzidiyan, jinan, ciwanan û komên xwedî baweriyên cûda digre nava xwe. Lê belê Bi rêz Erdogan li hember vê mûtabaqê bertekek mezin red kir."
'Bi vê helwestê me nêzîkatiyê wî li hember îqtîdara siyasî ya heyî dît'
Sîbel êrîşên ku berî hilbijartinê pêkhatî bi bîrxist û da zanîn ku îqtîdar nêrîn û helwesta xwe ya li hember pêvajoya aşîtiyê bi vê yekê ve diyar kir û got: "Bi despêkirina tecrîdê ji 5'ê Nîsanê û virde gelek rageşî derket û piştî wê 5 êrîşên bombeyî li hember Edenê, Mêrsîn û dawî de li Amedê pêk hat. Bi vê helwestê me nêzîkatiyê îqtîdarê ya li hember pêvajoya aşîtî û çareseriyê dît. Îqtîdarê xwe li hember serkeftina gel negirt û êrîşên bombeyî pêkanîn. Lê ji ber rêxistinbûna gelê me û tevgrê wan a bi aqilê selîm ew pêvajo hat derbas kirin."
'Dixwezin alozî avabikin'
Sîbel anî ziman ku êrîşên li hember Kobanê nayê qebûlkirin û wiha domkir: "Dixwezin alozî avabikin, me jî li hember provakasyon û kaosên kê dixwestin pêşbixin banga hestiyariya gel kir û gel jî bersiva vê yekê da. Em êdî polîtîkayên ku gelê me qetil dike û di bin tehdîdan de digre qebûlnakin û pêwîste hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê despêkirin."
(pz-do/rc)