Jinên Qamişlo têkoşer Zîlan bibîr anîn
15:40
JINHA
QAMIŞLO - Jinên rêxistina PYD’ê ya Qamişlo bi armanca bîranîna têkoşera kurd Zeynep Kinaci (Zîlan) merasîmek lidar xist.
Jinên rêxistina PYD’ê ya Qamişlo bi armanca bîranîna têkoşera kurd Zeyneb Kinaci (Zîlan) a ku di 30’ê hezîrana 1996’an de çalakiya fedayî lidar xist di civînekê de bibîr anîn. Civîn bi beşdarbûna dehan jinan li navenda PYD’ê ya Qamişlo bi rêzgirtinê dest pê kir.
Piştre Endama Rêveber a PYD’ê Nejbîr Azad axivî û bal kişand ser berxwedana têkoşera kurd Zîlan û got, Zîlan bi çalakiya xwe riya azadiya jinan ronî kiriye û derbeyek li dijî hemû plangeran xistiye. Nejbîr, bal kişand ser berxwedana jinên Rojava û got, jinên Rojava di hemû qadên jiyanê de pêşengtî kirine. Nejbîr êrîşên çeteyan a li dijî Kobanê şermezar kir û komkujiya sivîlan nelet kir.
Piştî civîn bi dawî bû, jinan li ber deriyê avahiya PYD’ê ya Qamişlo daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de êrîşên li dijî gelê sivîl ên Kobanê û Hesekê şermezar kirin û hate gotin ku êrîşên Kobanê û Hesekê bi armanca valakirina herêmê ji şêniyên wê pêk hatine.
Jinan bi durşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn.
(rc)