Heyva Sor a Kurd Xwarin ji bo Koçberên Hesekê Amade Kirin
16:05
JINHA
TIL TEMIR- Li bajarê Til Temir, heyva sor a kurd ji bo koçberên ku ji bajarê Hesekê hatine xwarin belav kir.
Ji ber rewşa xerab ya şer ku beriya du rojan li taxa Xiwêran û taxa Neşwae yê bajarê Hesekê, gelek malbatên ereb û kurd ji cih u warên xwe koçberî bajarên kantona Cizîrê bûn û hinek ji wan jî berê xwe dan bajar û gundên Til Temir. Heyva Sor a Kurd bi hemû derfatên xwe alîkaryia malbatên koçber dikin. Rêveberiya Heyva Sor a Kurd Hesen Emin got ku çi ji destên wan bê ewê ji bo pêdiviyên koçberan bi cih bînin. Jina koçber ya bi navê Efaf Ecac ku aslê xwe arebe wiha got: "Em bi hêvîn in ku hêzên YPG û YPJ wê bikaribin taxên me ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin."
Efaf got ku ew ji ber rewşa şer mecbûr mane ku dev ji cihê xwe berdin û weha dom kir: "Ev çetêyên DAIŞ'ê ku bi navê mûslimantiyê ban dikin, serê zarok, jin û ciwanên sivîl yên ku dikeve ber wan jêdikin. Eger rastî mûsliman bana di vê heyva remazanê de êrîş ne dikirin û mirovên bê parastin qetil ne dikirin."
Afaf di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: "Em bi hêvîn in ku hêzên YPG û YPJ wê bikaribin taxên me ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin û em vegerin malên xwe.
(ss/zd/rc)