Ji ciwanên Rojava banga xwedî derketina hemlê
09:05
Rojda Amanos- Rûksen Efrîn/JINHA
JINHA
QAMIŞLO - Koordînasyona Yekîneyên Ciwanên Demokratîk ya Kantona Cizîrê Xelat Şemsê destnîşan kir ku ewê li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bê deng nemînin û ji ber vê yekê ew hemleya 'Xwedî li Rojava û Kurdistanê derbikevin' dane despêkirin û banga hemû ciwanan kir ku xwedî li Rojava derbikevin.
Koordînasyona Yekîneyên Ciwanên Demokratîk ya Kantona Cizîrê Xelat Şemsê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li hember Kobanê û Hesekê şermezar kir û anî ziman ku ewê li hember vê êrîşê bê deng nebin. Xelat destnîşan kir ku piştî çiyayê Kizwanê û Girê Spî ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgar kirin û gihêştina herdû Kantonan ji hevre pêvajoyek girîng di şoreşa Rojava de despêkiriye û got êdî ciwan ji vir û pêve dê bi perwerde kirî welatê xwe biparêzin.
'Kemera Ereban hat perçekirin'
Xelat da zanîn ku hinek derdor ji serkeftina Cizîrê û Kobanê ne rihetin û wiha pêde çû: "Ev rewş tê wateya sînorên ku berê ji bo Suriyê û Rojava hatiye diyarkirin ji nûve bê girtina deste. Rejîma Baas ya Suriyê kemera Erban ya ku li Rojavayê Kurdistanê diyar kiriye bi serkeftina Cizîrê û Kobanê tê wateya ku hatiye perçekirin. Li hember vê serkeftinê hinek derdor bi aweyek ciddî ne rihetbûne. Sedema êrîşê ku li hember gelên sivîl yên Hesekê û Kobanê hatiye kirin vê yekê nîşan dide. Lê bila dost û dijminê me vê yekê bizanibe; vîna ku di berxwedana Kobanê de hatiye nîşandan wê li hember her êrîşê derbikeve pêş. Her çiqas êrîş pêk werin dê vîna gelê me bi serbikeve."
'Emê li hember êrîşên ku pêk werin bê deng nemînin'
Xelat diyar kir ku bi despêkirina şoreşa Rojava re ew wek Yekîneyên Ciwanên Demokratîk di nava şoreşa Rojava de bi aktîfî cihê xwe girtine û wiha domkir: "Şoreş despêkê bi serhildana gelan despêkir. Piştî ku şer despêkir em aweyek rêxistinî tevlî şer bûn û em amede ne her dem cihê xwe bigrin. Wek Yekîneyên Ciwanên Demokratîk emê li hember êrîşên ser Hesekê û kobanê bê deng nemînin û bersivê pêwîst wê bê dayîn. Armanca me hemû ciwan rêxistinkirine û bi rihê seferberiyê axê xwe parasti û xwedî lê derketine."
Li Rojava û Kurdistanê hemleya 'Xwedî derbikeve' hat despêkiri
Xelat da zanîn ku ew hemleya 'Xwedî li Rojava û Kurdistanê derên' dane despêkirin û got: "Ev helmeyek demdirêj û bi gelek aliye. Plansaziyên me yê tevlî şerbûyîn û bi hêzkirina rêxistinê heye. Îro ji bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê li kur îhtiyaç bê xwestin emê li wirbin. Bila çeteyên DAIŞ'ê vê yekê baş bizanibe rêxistinek ciwanan li Rojava heye û amede ye li hember hemû êrîşên ku pêkbên bersiv bidin. Bila herkes ji rêxistina ciwanên Rojava bitirse." Xelat di dawiyê de anî ziman ku ew felsefeya jiyana hevpar ya gelên Rojava dijîn dipejrînin û bi vê zanistiyê ve bang li tevahî ciwanan kir ku tevlî vê hemlê bibin û xwedî lê derbikevin.
(rc)