Sînor Kerim: Divê di makezagona nû de pergala hevserokatiyê hebe
09:21
Newroz Dijwar/JINHA
SİLÊMANÎ - Endama desteya Rêveberiya Rêxistina Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Sinor Kerim diyar kir ku divê li Başurê Kurdistanê pergala hevserokatiyê têkeve meriyetê û got: "Pergala hevserokatiyê ji bo demokrasiyê xala jênegere. Dema ku pergala hevserokatiyê têkeve meriyetê dê Başurê Kurdistanê demokratîk bibe û zagon jî bên guhertin."
Endama Desteya Rêveberiya Rêxistina Tevgera Azadî Kurdistanê Sinor Kerim di derbarê zagonên Başurê Kurdistanê yên li ber guhertinê nirxandin kir. Sinor da zanîn ku wan pêşnume pêşkêşî komisyona guherîna zagonan kirine. Sinor destnîşan kir ku di pêşnumeyê de wan ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan û ji bo gelên cuda yên li Herêma Başurê Kurdistanê dijîn jî pêşiyar kirine û wiha domand: "Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî û tayîbetî ji pirsgirêkên jinan pêşiniyarên me hene. Divê fuhuş, sunetên jinan, her wiha carekdin jin mafê xwe yê girtina mîrasê bi dest xistinê pêdivî bi guherinan heye. Divê dawî li hemû newekheviyên bi navê îslamê ser jinan tên sepandin bên. Divê koteya jinan bibe ji sedî 40. Divê weke aliyêndinê yên Kurdistanê pergala hevserokatiyê li vêderê jî têkeve meriyetê. Em hêvîdarin di zagona nû de hemû pêşniyarên me yên ji bo jinan bên pejirandin."
'Divê pergala parlementeriyê berdewam bike'
Sinor Di 24 salan de li Başurê Kurdistanê nebûna makezagonek demokratik weke kêmaniyek mezin nirxand û wiha got: "Zagonên heyî ji ber ne demokratîkin hemû ol û nijadan nagire nava xwe. Di derbarê makezagonek demokratîk pêşkêşî meclisê kiriye. Di pêşnumeya me de gelek xalên giring hene. Di serî de xala ji bo hemû Başurê Kurdistanê pergala hevserokatiyê heye."
'Dê pergala hevserokatiyê herêma me demokratik bike'
Sinor bilêv kir ku li Başurê Kurdistanê cara despêkê pergala hevserokatiyê ji aliyê tevgera wan ve hatiye pêşiniyar kirin û wiha berdewam kir: "Pêşiniyara me ya herî giring û emê li peyî heta dawiyê rawestin pergala hevserokatiyê ye. Li Başurê Kurdistanê pêşniyarek wiha me kir. Ji ber ku pergala hevserokatiyê ji bo demokrasiyê xalek jênegere. Di biriyargirtinan de her dem nêrîna du kesan hîn baştire. Dê wê demê hîn zêdetir biriyar bi awayek wekhev bên girtin. Nêzîkatiyên partiyên dinê baş nayên zanîn lê em weke Tevgera Azadî pergala hevserokatiyê têxin meriyetê. Di nava hemû xebatên me de ji sedî 40 koteya jinan heye."
Sinor anî ziman ku ew nîqaşên ser makezagona nû giring dibînin û wiha pêde çu: "Tenê dibin gotina partiyekê de makezagon nayên nivîsandin. Lê di zagonên berê de zêdetir hişmendiya mêran deshilate. Pir zêde mafê jinan nehatiye parastin. Dibin tindiya rêxistinên jinan de hinek tişt hatin guherîn. Piroja rêxistina jinên Jiyan Gurub yên li Silêmaniyê cîh digirin gelek giringe. Lê ew pêşiniyar dê çiqas di parlementoyê de bê nîqaşkirin yan jî li ser bên xebitin ew mijarek cudaye."
(zt)