'Giyana Zîlan di nava YPJ'ê de tê jiyîn'
10:19
JINHA
STENBOL - Endama Koordinasyona KJA ya Stenbolê Asiye Yilmaz çalakiya xeta berxwedanê ya jinên kurd Zeynep Kinaci (Zîlan) nirxand. Asiye diyar kir ku giyana Zîlan di nava YPJ'ê de tê jiyîn û got: "Emê weke KJA bibin şopdarê heval Zîlan. Emê li giyana berxwedanê xwedî derkevin. Weke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotî Zîlan manîfestoyeke. Ew xeta azadiyê ye."
Di 30'ê Hezîrana sala 1996'an de dema herî zêde tindî û şidet ser gelê kurd zêde Zîlan çalakiya fedayî pêkanî. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di derbarê Zîlan de wiha dibêje: "Zîlan bi çalakiya xwe ez derbas kirim. Ji niha û şunde tenê ez dikarim bibim milîtan û şopdarê Zîlanê." Endama Koordinasyona KJA ya Stenbolê Asiye Yilmaz çalakiya Zeynep Kinaci nirxand. Asiye da zanîn ku îro berxwedana jinên kurd berdewama rêya Zîlan ya 19 salane û wiha got: "Em hewil didin giyan û xeta Zîlanê baş bidin nasîn. Em îro jî hewil didin wê giyanê bidin berdewam kirin."
'Divê mezinbûn û kuraniya çalakiya Zîlan bê zanîn'
Asiye girêdayî pêvajoya çalakiya Zîlan jî wiha nirxand: "Hem wateya çalakiya Zîlan û hem jî şertên wê demê kêmek jî be em hewildidin bidin nasîn. Dema ku çalakî pêkaniyî wê demê gelê kurd dibin pencê qirkirinê debû. Wê dem ser gelê kurd û tekoşîna azadiya gelê kurd zilmek gelek mezin hebû. Êrîşên tasfiyekar ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikirin. Dixwestin gelê kurd bê pêşeng di nava rupelên dîroka tarî de bifetisînin. Di pêvajoyek wiha de Zîlan li Dêrsimê çalakiyek bi bandor lidarxist. Wê demê hem jinên kurd ji aliyê pergalê ve dihatin kolekirin û hem jî nasnameyên elewî û wekedinê veşartîbûn."
'Zîlan manîfesto û xeta azadiyê ye'
Asiye di derbarê nameya Zîlan li peyî xwe hêlayî de jî wiha dibêje: "Di nameya xwe de hevokên weke 'Ez dixwazim bibim xwediyê jiyanek bi wate û çalakiyek mezin.' Weke KJA wmê şopdarê heval Zîlan bin. Emê li giyana wê ya berxwedanê xwedî derkevin. Weke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dibêje: 'Zîlan manîfestoyeke. Xeta azadiyê ye.'" Asiye destnîşan kir ku li Girtîgiha Evin ya Îranê li hember zaliman serî netewandina Şîrîn Elemhuli û li hember qirkirin û zilma li ser gelê Kobanê çalakiya fedayi ya Arîn Mîrxan jî berdewama giyana berxwedanê û xeta Zîlanê ye.
'Giyana Zîlan di nava YPJ'ê de tê jiyîn'
Asiye anî ziman ku îro di nava YPJ'ê de giyana Zîlan tê jiyîn û wiha domand: "Li hember kolatiya ser jinên Şengalê dan kirin bi hişmendiya xeta Zîlan jinan di nava YPJ'ê de berxwedan bilind kirin." Asiye bilêv kir ku li Rojava YPJ li hember çeteyên DAIŞ'ê rêya Zîlan dişopînin û wiha berdewam kir: "Em tekoşîna jinên rojava ya di herêmê şer de di qadên civakî de jî dibînin. Di hilbijartinên 2015'an li Tirkiyê de me bandora vê xetê dît. Jinên kurd di herêmê civakî û ji bo jinên ji derveyî xwe jî bi vê giyanê hêz dan derdorê xwe. Hevserokatî û nuneriya wekhev ya HDP'ê bi saya tekoşîna hevalên me yên berê hatiye bidest xistin."
Asiye derbirî ku di giyana Zîlan YPJ ji bo hemû jinên cîhanê bûye modela jiyanê û wiha pêde çu: "Ji bo ku herêmên civakî vala bihêlin 2-3 salan operasyonên bi navê KCK'ê kirin. Berxwedana jinên girtîgehê wê helwesta pergalê valaderxist. Di dadgehan û çalakiyên gireva biçîbûnê de giyana Zîlan didan nîşandan. Dê manîfestoya Zîlan bibe manîfestoya jinên cîhanê."
'Zîlan gihandina nifşê nû giringe'
Asiye di derbarê Festîfala Jinên Kurd ya Zîlan ku li Ewrupa tê li darxistin de jî wiha got: "Zîlan gihandina jinên pêşerojê giringe. Ji bo wê jî divê çalakiyên weke festîfala Ewrupa ya Zîlanê bên pêşxistin. Bi heman şêweyî divê li her çar aliyê Kurdistanê jî Zîlan bê jiyîn. Divê em jinên kurd li Tirkiye û Kurdistanê xeta Zîlan bikin kevneşopiyek."
'Divê li hember tecrîdê jin bi fedayî tekoşînê bikin'
Asiye ji bo tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike jî wiha axivî: "Ev 2 mehe ser Rêbertiya me tecrîd heye. Divê em bi çalakî û giyana Zîlanê li hember tecrîdên wiha rawerstin. Divê em talebên xwe yên azadiya Rêbertiya xwe bi her kesê bidin bihîstin. Di vî aliyî de lidarxistina çalakiyan giringe. Di vî aliyî de pîlanlama û daxuyaniyên KJA yê çêbûn. Piştî civîna du rojan me helwesta xwe bi danezana xwe danî holê. Divê em ser bingehê felsefeya Rêberê xwe Abdullah Ocalan îdeolojiya rizgariya jinan derxînin holê."
(zt)