Leyla Agirî: Divê li dora Kobanê alaya berxwedanê bê hildan

10:38

JINHA

BEHDÎNAN - Endama Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK) Leyla Agirî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şermezar kir û got: "Ez bang li gelê me dikim ku ala berxwedanê bilind bikin. Di serî de jin, hemû gelê me, hêzên demokratîk û aliyên bawermend li dora Kobanê ala berxwedanê bilind bikin. Divê komkujiya Kobanê bê ronîkirin. Divê sazî û kesên di vê êrîşê de di cih girtine bên cezakirin. Divê gelê me topyekûn rabin ser piyan.”

Endama Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK) Leyla Agirî, komkujiya ku DAIŞ’ê di 25’ê Hezîranê de li Kobanê pêk anî nirxand û da zanîn ku hêzên ku serketina gelê Kurd hezim nakin komkujiyên wiha pêk tînin û wiha got: “Divê Tirkiye têkildarî komkujiyê de tiştekî zelal bêje. Her kes dizane ku Tirkiye destekê dide DAIŞ’ê. Heta di vê mijarê de tiştekî zelal nebêje, wê gelê me kolanan bi hêza hesabpirsînê tijî bike.” Leyla komkujiya hovane ya li Kobanê pêk hatiye lanet kir û ji bo kesên di komkujiyê de birîndar bûne şifa xwest, ji bo xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane û gelê Kurd re jî sersaxî xwest.

Leyla da zanîn ku ji bo pêşî li pêşketina Tevgera Azadiya Kurd, Gelê Kurd bigirin serî li komkujiyên bi vî rengî tê dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “DAIŞ a dijminê zarok, jin, civakê ye, careke din bi komkujiya ku pêk aniye, xwestiye ku pêşî li pêşketin û serketina Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd bigire. Di vê pêvajoyê de xwestiye çalakiyên serketî bidin sekinandin. Rastiyeke siyaseta demokratîk a Kurdan li Rojhilata Navîn heye. Bi vê rastiyê re serketina ku danîne holê, xwestine bê bandor bihêlin. Gelê Kurd çawa ku berê ji bo azadî û nasnameya xwe têkoşiyaye, îro jî rêxistineke berxwedanê ya mezin daniye holê.”

'Êrîşan hêza berxwedanê ya gelan mezin kiriye'

Leyla di berdewamiyê de diyar kir ku gelê Kurd rêxistinbûna berxwedanê daniye holê û mînaka herî şênber jî berxwedana Kobanê ye. Leyla bi lêv kir ku hêzên dewletî, desthilatdar û yên DAIŞ, afirandine û li dijî îrade û rêxistinbûna mezin a Kobanê têk çûne, ev komkujî pêk anîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêzên ku DAIŞ derxistine holê li ser esasê hêzên ku dixwazin Kurdan, gelê Rojhilata Navîn ji holê rakin, tine bikin û di bin qirkirinê de derbas bikin. Navenda sereke ya van jî Washîngton e, paytextên wan Tel Avîv, London, Hewlêr, Enqere, Hewlêr, Katar, Sûriye û Şam e. Komeke çeteyan ya ji hêzên herêmî û navneteweyî ava bûye heye. Tişta ku ew dikin şeklê şer ê dema nû ye. Konsepta şer e. Konsepteke şer a li hemberî Kurdan pêş dikeve û di şexsê Kurdan de li hemberî gelên Rojhilata Navîn yên di nava lêgerîna jiyaneke nû û nasnameya nû ne, pêk tê ye. Ev konsept, ev êrîş bi ti awayî nekare gelê me qels bike û paşde bixîne. Berevajî vê îrade û hêza berxwedêr a gelê me mezin kiriye.”

'Êrîş dibin agahiya AKP'ê de çêdibe'

Leyla bal kişand ser komkujiya li Kobanê û got komkujî bi agahiya AKP’ê de pêk hatiye û ev komkujî di encama hezmnekirina serketina hilbijartinên 7’ê Hezîranê de pêk hatiye û wiha berdewam kir: “Gelê Kurd, careke din di şexsê AKP’ê de bersiva desthilatdar û dewletparêzan ên dijminê gel dane. Gelên Tirkiyeyê bersiva pêwîst daye. Azadkirina Girê Spî, yekbûna kantonên Kobanê û Cizîrê, hem di aliyê siyasî de û hem jî di aliyê leşkerî de serketineke mezin e. Hêzên ku vê serketinê hezm nakin, ji vê ditirsin hene. Hêzên ku ji yekîtiya gelan, yekîtiya azad a demokratîk ditirsin hene.

Hêzên ku serketina gelan a hevpar hezm nakin, nekarin ji hêzên statukoyî û sermayaye navneteweyî cuda bên destgirtin. Ligel vê AKP û Erdoganê ku bi dijminahiya gelê Kurd û jinan derket holê, di pêvajoya hilbijartinê de êrîşên xwe zêde kir û ji ber vê jî ji êrîşên Kobanê nekare cuda bê girtin. Tirkiye heta ku dikare bila bêje agahiya min ji vê komkujiyê tine. Çeteyên ji Girê Spî derketin, çûn sînorê Tirkiyeyê, derbasî Tirkiyeyê bûn. Tirkiye wan dihewîne. Kê cih dan van, kê ev pêşwazî kirin? Ew û leşkeran ketin milê hev. Sînor ji PYD’ê re girtibûn, lê ji DAIŞ’ê re vekirî bûn. Gotin PYD hêza bi xeter e.”

'DAIŞ hêz xwe ji hişmendiya AKP'ê digire'

Leyla axaftina xwe wiha berdewma kir: “Ez ji AKP û dewleta Tirk dipirsim, çima PYD bi xeter e. PYD di serî de ji bo gelê xwe û hemû azadiya gelên din, partiyeke ku di têkoşînê de pêşengiyê dike. Heta ku Tirkiye têkildarî komkujiya Kobanê tiştekî nebêje wê gel bi hêza hesabpirsînê dakevin kolanan. PYD li aliyê azadî, civak û demokrasiyê ye. Çima bi xeter be? Çeteyên DAIŞ’ê ku hemû mirovahî, çand û dîrokê tine dike, çima ji ne xetere ye gelo? AKP û alîgiriyên xwe yên ku heta duh em teror îlan dikirin, çima îro ji bo DAIŞ’ê yek tiştekî nabêje. Berevajî vê destek dan êrîşan. Dibêjin mîlîtanên DAIŞ’ê. Gelo ev mîlîtanên çi ne? Çeteyên evqas komkujiyan pêk bînin, dibin mîlîtan gelo? Ji ber vê jî yên herî zêde DAIŞ’ê xwedî dikin AKP û Erdogan e. Wezaretên girêdayî Erdogan in. Saziyên şerê taybet in. Tirkiye ketiye pêvajoyeke nû. HDP di vê pêvajoyê de proje û hêzeke nû ye. divê Tirkiye vê baş binirxîne û yên binirxînin jî gelên Tirkiyeyê ne. Zîhniyeta AKP’ê li pêş vê astengiyek mezin e. Niha koalîsyona AKP-MHP’ê tê nîqaşkirin. Ev koalîasyon, koalîsyona şer e. Ev koalîsyoneke li dij Kurdan pêş dikeve ye. Ev konsepteke şer e."

'Divê berxwedan bê bilindkirin'

Leyla di dawiya axaftina xwe de got ev êrîşên bi vî rengî Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd natirsîne, naçewisîne, bê bandor nahêle û şûnde naxîne û wiha dawî li axaftin xwe anî: “Ez bang li gelê me dikim ku ala berxwedanê bilind bikin. Di serî de jin, hemû gelê me, hêzên demokratîk û aliyên bawermend li dora Kobanê ala berxwedanê bilind bikin. Divê komkujiya Kobanê bê ronîkirin. Divê sazî û kesên di vê êrîşê de di cih girtine bên cezakirin. Divê gelê me topyekûn rabin ser piyan.”

(zt)