Li Hesekê şer di roja 4'emîn de berdewam dike

10:52

JINHA

HESEKÊ - Şer û pevçûnên di navbera rejîm û çeteyên DAIŞ’ê de ket roja çaremin. Di êrîşa li hember taxa YPG/YPJ parastina wê dike de jî gelek çete hatin kuştin.

Li herêma Hesekê ji vê sibehê li taxên Neşwa û Ezîziyê şer û pevçûn didomin. Duh êvarî bi awayekî zêde tevgera hewayî hebû. Li gel vê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Taxa Êzîziyê ya di kontrola hêzên YPG/YPJ’ê de ye kirin. Piştî êrîşê di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyan de şer û pevçûnan rû da, gelek çete hatin kuştin.

(zt)