'Emê ji bo azadiya tevahiya Kobanê kedê bidin'

11:38

JINHA

STENBOL - Ji BÎKG'ê Fusun Çeliker girêdayî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ser Kobanê nirxandin kir û diyar kir ku ji bo azadiya hemû Rojava dê kedê bidin.

Girêdayî qirkirina çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê ser sivîlan kirî bertek zêde dibin bi tayîbetî jî nerazîbûnên tind ji jinan tên. Endama Hewla Jinan ya ji bo Aştiyê (BÎKG) yê Fusun Çeliker destnîşan kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê weke întiqam bûn û got: "Armanca wan şikandina hêviyê û ji nû ve zêdekirina êşê bû." Fusun balkişand ser qayîdeyên şer yên navnetewî û qanunên navnetewiyên ji bo sivîlan. Fusun bilêv kir ku DAIŞ ne li gorî quralên şer tevdigere, tayîbetî ji jin û zarokan tolê digire û wiha domand: "Di pêvajoya avakirina Kobanê de carek dinê êrîşkirina çeteyan ez weke întiqamê dibînim. Her wiha êrîş ji bo hilweşandina kantonên Rojava stratejiyeke.

'Pergal kantonên Rojava taloke dibîne'

Fusun anî ziman ku pergal Rojava ji bo xwe taloke dibîne û wiha berdewam kir: "Sedemên êrîşna ya yekem întiqam, ya dinê jî pergala Rojava ji bo xwe metirsîn dîtine. Êrîşa li hember Kobanê bi jinan re hestên alîkariya Rojava kirinê pêşxist. Ji bo azadkirina tevayî Rojava emê kedê bidin."

(zt)