Grilayên jin perestgehên Êzidiyan diparêzin
12:37
JINHA
ŞENGAL - Gerilayên YJA-Starê perestgehên pîroz ên li Şengalê diparêzin. Stargeha pîroz a Cilmeranê ji aliyê gerîlayan ve tê parastin, rêyên ketin û derketina qadê di bin kontrola wan de ye.
Roja 3’ê Tebaxa 2014’an warê pîroz ê Êzidiyan, Şengal ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat dagirkirin, Êzidî hatin qetilkirin û bi hezaran kes ji cih û warên xwe dûr ketin. Yên şûnde man jî neçar man koçî bajarên cuda yên Kurdistanê bibin. Herwiha kesên li Şengalê man jî, xwe spartin qadên di bin kontrola YBŞ û YPJ-Şengal û gerîlayên HPG û YJA-Starê de. Çeteyên DAIŞ’ê tenê bi dagirkirina Şengalê re bi sînor neman. Gelek cihên pîroz û stargehên Şengalê wêran kirin û xistin rewşekê ku neyê bikaranîn. Gerîlayên YJA-Starê niha li çiyayê Şengalê stargeha pîroz a Çilmeranê diparêzin.
'Em hem ewlehiya gel û hem jî ya perestgihê digirin'
Gerîlayên YJA-Starê yên erka parastinê girtin ser milê xwe, ji RojNewsê re axivîn. Zîlan Kato diyar kir ku ew ji bo parastina perestgeha pîroz a Çilmeran erka xwe pêk tînin û nahêlin ew cih ti zirarekê bibînin û wiha got: “Em ji bo gelê xwe yê Êzidî yê ji 73 fermanan re derbas bûne li virin. Gelê me yê Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin û bi zorê ji wan xwestin ku dînê xwe biguherînin. Niha cihê ku em lêne perestgeha pîroz ya Çilmêran ya li Çiyayê herî bilind yê Şengalê ye. Piştî qirkirina ser gel êrîşî perestgeh û cihên wan yên pîroz jî kirine. Ji ber êrîşan gel beziyan parastina perestgehên xwe. Gelê me dest ji baweriyên xwe yên pîroz bernedane. Em weke gerilayên YPA Starê hem Perestgeha Çilmêran û hem jî gelê xwe yên li derdora perestgehê bicîh bûne diparêzin.”
'Cihê gelê me yê Êzidî ji çeteyên DAIŞ'ê reviyane û xwe têde bi cîh kirine'
Gerilaya YJA Starê Stêrk Abul jî anî ziman ku parastina cihê îbadeta Êzidiyan ji bo wan peyîwirek pîroze û wiha domand: "Dema ku min qirkirina ser gelê me yê Êzidî bihîst min xwest bêm Şengalê şer bikim. Ji ber li vêderê ser gel qirkirin hebû û dixwestin gel tine bikin. Bi hezaran jin, zarok û mirovên bi temen revandin. Her wiha bawerî hedef girtin. Lê gelê me her tişt girtin ber çavan û hatin cihê baweriya xwe Perestgeha Çilmêran parastin. Ji ber DAIŞ êrîşî cihên pîroz dikin, emê jî perestgeh û hemû deverên pîroz biparêzin li hember êrîşan."
(zt)