Welatiyên Kobanê birînên xwe dipêçin

14:05

JINHA

RIHA - Operasonên hêzên YPG/YPJ'ê li hember çetan berdewam dike. Li gorî agahiyên ji berpirsên Kobanê hatine girtin hat zanîn ku heya niha di êrîşa Kobanê de 221 kesan jiyana xwe ji dest dane ji wan 7 jê şervanên YPG/YPJ'ê ne.

Di 25'ê Hezîranê de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kirin pirştî êrîşê hêzên YPG/YPJ'ê duh Kobanê bi giştî ji destê çeteyan derxist. Li gundên derdorê operason berdewam dike. Du bi şev li başur û rojavayê Kobanê heya serê sibê şer berdewambû. Niha jî agahiya li deverên nêzî navendê şer berdewame hat. Li gorî agahiyên ji berpirsên Kobanê hatine girtin di êrîşên ser Kobanê de 221 kesan jiyana xwe ji dest dan, ji wan 7 şervanên YPG/YPJ'ê ne. Li Nexweşxana Dewletê ya Pirsusê tedawiya birîndaran berdewam dike. Li gorî agahiyên ji nexweşxanê hatin girtin 180 birîndar li nexweşxanê ne û ji wan 8 birîndaran jiyana xwe ji dest dane heya niha.

Li aliyê dinê cenazeyê Şervanê YPG'ê Ramazan Akdogan yê ku di êrîşên çeteyan de jiyana xwe ji dest dayî di saetên serê sibê de ji Deriyê Sînorê Murşitpinarê hat girtin û birin Nexweşxana Dewletê ya Rihayê. Piştî karubarên nexweşxanê ji bo definkirinê cenazê Ramazanê YPG yî şandin navçeya Geverê ya Colemêrgê.

(zd-ny/zt)