Dê li Wanê bîranîna Zeynep Kinaci bê lidarxistin
14:40
JINHA
WAN - Bi boneya 19'emîn salvegera bîranîna çalakiya Zeynep Kinaci dê li Wanê çalakiya bîranînê bê lidarxistin.
Dê ji aliyê jinên DEM-GENÇ û HDP'ê ve bi wesîleya 19'emîn salvegera çalakiya Zeynep Kinaci (Zîlan) dê li Wanê çalakiya bîranînê bê lidarxistin. Ji bo Bîranînê li avahiya Navenda DBP'ê ya Wanê daxuyanî hat dayîn û hemû kes dawetî bîranînê hatin kirin. Bernameya bîranîna bi duruşma "Emê bi giyana Şehîd Zîlan azad bibin" ji aliyê Cîgira Hevseroka DBP'ê ya Navenda Wanê Caziye Duman ve hat diyar kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Zîlan eşqa jinê ya gihayî azadiyê ye. Zîlan pêşenga jinê ya ber bi rêxistinbûnê ve diçiye. Zîlan asoya aliyê jinê yê azadiya gelane."
Dê çalakiya bîranînê di 30'ê Hezîranê saet di 21.00'an de li Navenda Jinan Nuda ya bê lidarxistin. Dê çalakî bi pêşandana sînevizyon û xwendina helbestan berdewam bike.
(zt)