Ji ber rewşa şer 300 malbat ji Hesekê koçî Dirbêsiyê bûn

16:25

JINHA

DIRBÊSIYÊ - Rêxistina Alîkariyê ya Rojava ji bo 300 malbatên ku ji Hesekê koçber bûne û li bajarê Dirbêsiyê bi cî bûne, alîkarî belav kirin.

Koçberên ku ji Hesekê hatine li dibistana gundê Dîbek, Qermanê û Dêrê yên bajarê Dirbêsiyê bi cîbûne. Piraniya 300 malbatên hatine li dirbêsiyê bicîhbûne jin û zarokin. Rêxistina Alîkariyê ya Rojava li koçberan pêdiviyên xwarin, nan û avê belav kirin. Endamê Rêxistina Alîkariyê ya Rojava Mehmûd Xelîl di derbarê xebatên wan yên alîkariyê de got ku ew niha vê alîkariyê bi lez ji bo rewşa awarte yê koçberan dane kom kirin. lê ji bo tevayî pêwîstiyên wan û jiyana wan ewê li çareseriyeke mayinde bigerin.

(zk-re)