Medenî Yildırim nehat jibîrkirin

17:34

JINHA

STENBOL- Medenî Yildirim yê ku di sala 2013'an de li Licê bi guleya polîsan hatî qetilkirin li ber Lîseya Galatasarayê hat bibîranîn.

Medenî Yildirim yê ku di sala 2013'an de di çalakiyên li hember çêkirina "Kalekol" an li gundê Kayacik yê navçeya Lîcê ya Amedê jiyana xwe ji destdabû. Platforma şehîd û Gaziyên Geziyê li ber Liseya Galatasarayê bi daxuyaniyekê Medenî Yidirim bi bîranîn. Di daxuyaniyê de pankarta bi sernivîsa "Şehîdên Geziyê bê mirinin! Kes nehatine ji bîrkirin, tiştek dê neyê ji bîrkirin" hatin vekirin. Di daxuyaniyê de duruşmên weke "Medenî Yildirim bê mirine" hatin qêrîn.

Bi navê Platforma Şehîd û Gaziyên Geziyê Bolkan Kesenbilici diyar kir ku AKP bi navê 'pêvajoya çareseriyê' ser gelê kurd polîtîkaya îmha û tinekirinê dide meşandin û got: "Dê Medenî Yildirim neyê ji bîrkirin. Gezi aştiye, Kurdistan Medeniye, Medenî duruşma herî bedew ya Geziyê ye."

Piştî axaftinan daxuyanî bi duruşmeyan dawî bû

(zt)