450 xwendekarên Kampa Newroz bawernameyên xwe girtin
17:48
JINHA
DÊRIK– Li Kampa Newroz a li bajarê Dêrikê ku penaberên Şengalê lê dimînin, 450 şargirtên ji refa 1 heta 9’an bawernameyên zimanê kurdî wergirtin.
Li Kampa Newroz ji aliyê Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) û Neteweyên Yekbûyî ve, 5 meh beriya niha perwerdiya zimanê kurdî hatibû destpêkirin. Di perwerdeya ku li dibistana Şehîd Cemal hate dayîn de 450 şagirtên ji refa yekê heta 9’an derst dîtin. Piştî 5 mehan li şagirtan bawernameyên nivîya salê hatin belavkirin û ji bo 15 rojan navber hat dayîn.
Ji ber perwerde bi derengî destpê kiribû, bi armanca ku bernameya perwerdeyê bê temamkirin, piştî 15 rojan dê perwerde dîsa destpê bike û heta 3 mehan dom bike.
(zt)