Jinên Efrînê xeta parastinê bihêz dikin

17:56

JINHA

EFRÎN – Jinên di nava komînên herêma Efrînê de cîh digirin, parastina rewa bihêz dikin.

Jinên Komîteya Parstinê ya Komîna Şehîd Polat a Taxa Xerbî ya navçeya Raco ya Efrînê ku ji 7 kesan pêk tê, beriya demekê dest bi karê parastinê kirin. Jin her şev ji saet 21.00’an heta serê sibehê saet 04.00’an li taxa xwe û nava navçeyê digerin û tedbîran digirin. Endamên jin bi roj jî li gel endamên din ên komînan li ser bendên kontrolê bi awayekî dorveger cîh digirin.

Endama komîteyê Sebah Reşîd da zanîn ku wan piştî bidawîkirina avakirina komîn û komîteyên girêdayî wan, dest bi karê xwe kirine û got ku jin bi şev û roj li ser bendên kontrolê disekin.

Zeyneb Seydo jî anî ziman ku divê her jineke beşdarî xebatên parastinê bibe û nehêle tu kesên nenas derbasî herêmên wan bibin.

(zt)